XEZALÎ DI QIRDÊ ADNAN FIRAT BAYAR DE

282

Oruç Sural

Hevalê melîk û wezîran Îmam Xezalî ji bo silametiya desthilatiya Melîkşah û Nîzamul Mulk li dijî her cure hewlên hiş û hişmendiyê çeperên şer qewî dikirin. Xwedênegiravî bibû sermiderisê Medreseya Nîzamiye û bêrawestan lê dixebitî ku bîata li dewleta Melîkşah wek fermanên pîroz li talebeyan bike şîret. Pêşî felsefe tekfîr kir. Bêxîretî nekir, rabû çend pirtûk li ser “bêkêriya” rêbazên felsefeyê nivîsandin (Mekadisul Felasîfe, Tehafutul Felasîfe). Ekolên felsefeyê yeko yeko tekfîr kirin. Lê ji bo “pûçkirina” ramanên feylesofan jî her jê re rêbazek hewce bû. Dawî hat ser mantiqê Arîsto. Aliyê wî yê objektîvîst “zayî” kir, lê pesnê rêbaza mantiqê wî da. Lê dawî dît ku di hersê seretayên mantiqî de (A A ye, A yan A ye yan B ye û derhiştina îhtîmala sêyemîn) jî nîşaneyên hiş (berhevdan, lêpirsîn) hene fetwa da ku ew jî “betal” e. Ji bilî kelama eşarî tu rê cahîz nedîtin.

Got, ilmê kelamê jî ji bo îmana avamê xetere ye. Tirsa wî ji îtîkada wî bixwe bû, lew delîlên ku dihatin ser hişê wî pirsên “zindeq” di serê wî de peyda dikirin. Di Yewnana Kevnar de komek mirov ji bo xwe ji ruhstên biparêzin ketibûn hundirê kelayekê û qul û  qelîşekên wê tev girtibûn da ruhstên nekaribe têkeve hundir. Lê dawî dîtin ku yek ji wan mir. Xezalî jî derî û pacên xwe qewî dadabûn da hiş nekaribe tesîrê li îmana wî bike. Dawî ket nav qeyraneke giran û (berovajî hewldanên xwe yên bo bidelîlkirina heqîqetê bi rêya êqil) ne tenê ji hiş lê ji pêjnên (hesên) xwe jî şibhe girt û ew tev red kirin.

Nabe ku wek hewldaneke îdeolojîk a Îmam Xezalî ya li dijî batiniyên serdema wî (sedsala 11.) reşkirina rêyên felsefîk bi taybet rêbaza diyalektîkê (cedel) îro bi destê mirovên mutefekir dubare bibe him jî wek şîreteke zêrîn hişê ciwanên kurd jahrî bike.

Birêz Bayar çend rojan berî niha derbarê “pêşdeçûna” hişmendiya xwe ya heyînê û dûrmayîna ji siyasetê de beyanek da û pirsek ji şopevanên xwe kir: “Wek parçeyek ji pergaleke bê dawî hizirîna dinê di we de diltengiyekê peyda dike an na? Di min de peyda dike. Lewre pergaleke bêdawî parçeyên xwe nîn in, tenê ew pergala bêdawî bixwe heye.” Ez jî dipirsim: Gelo bêdawîbûn an bidawîbûna gerdûnê maye ser daxwaz an jî baweriya mirovan? Ger astronomî bêdawîbûna gerdûnê destnîşan bike em ê pê bawer nekin qey? Qet nebe em li benda lêkolînên li Cernê bin. Ku gerdûn bêdawî be jî gelo çima dinê nabe parçeyek jê? Birêz Bayar serî li aksîyomên matematîkê dide. Lê ji bîr dike ku ger bêdawîbûna gerdûnê îsbat bibe ev zanyarî bixwe dibe aksîyom.

Bayar mînakê ji xwezayê dide: “Em çiqas zêde lê (li bûyeran) rexne bigrin nexwe em ewqas kêm Wî (Xweda) nas dikin, em çiqas dilteng bin, lê hêrs bên, bitirsin, diyar e em ewqas kêm di Wî gihîştine… Tu zanyariyeke xweser di hatina vê baranê de nîn e. Ew di nava tevahiyê de wek baran heye.(Îdeayên Platon û îdeaya baranê – O.S.) Diyar e, di dema hatina baranê de gazinda “çima baran dibare” û lê hêrs hatin, jê tirsîn û rexnegirtin ne bertekeke hişmendî ye. Ger baran dibare ji ber ku wisa divê, yanî ji ber ku ji bo barîna wê mercên hewce tev li hev hatine dibare.” Bayar lê zêde dike û dibêje “gazindên ji mirovan jî derhiş in.” Bi rastî rêbaza van kelamciyên dema nû jî rêbazeke pir jixweqayîl e: Hema min got û çû lo! Bayar jî ji bo qewîkirina îtîkada xwe pehînekê qewîm li zanistê (him zanistên xwezayî, him jî yên civakî) dide û epîstemolojiya uhrewî ya Xezalî zindî dike.

Birêz Bayar di behsa tewhîdê de teoriya hîkmetê bi bîr dixe. Berî her tiştî, teoriya hîkmetê û pirsa tewhîdê bi hev re ne eleqedar in. Di teoriya hîkmetê de Mela Şafî li ser mijara jêderkên hedîsên pêxember disekine û îdîha dike ku piraniya hedîsan jî bi rêya wehiy nuzil bûne û Xweda hîkmetek bexşandiye pêxemberê îslamê ku bikare di hin hewalan de bi Wî re bide û bistîne. Bayar dibêje, li gor vê teoriyê di pêwendiyên zayendî yên mirovan de jî razên (sirên) tewhîdê hene. Angaşt ew e ku, ji bo mirov bizane ku heyîn YEK e divê her tiştî ji pêş de destnîşankirî qebûl bike.

Birêz Bayar giliyên jiyana îroyîn dike û naçariya xwe li hember encamên civakî û hişmendî yên sîstema kapîtalîst dide der. Lê ew li ber xwe dide û vê rewşê wek nîşaneya “axirzemanê” bi nav dike: “Hişmendiya yekbûnê/tewhîdê zêdetir di serdemên modern de hat sabotekirin. Her hêmanek wek moduleke bi serê xwe hat bicîkirin û her tişt ji her tiştî hat cihêkirin.” Mirov her ku ji dewletê cihê dibin, ji qeyd û bendên şêx û mîran rizgar dibin, li ser jiyana xwe dibin xwedî soz û qirar ji dînê ku di xizmeta wan de ye bi dûr disekinin û ger bawermend bin jî dixwazin baweriya xwe ji nû ve ava bikin. Ev pêşhateyeke erênî ye ji bo oldarên dilsoz jî. Esil, xetereyeke mezin e ger oldariya ku ketibe ber bayê demkî yê selefî û îxwanîstan pêde pêde sîrayetî kurdan bike.

Ger nifşên nû yên kurdan li pey têgihîştina tewhîdê ya Îmam Xezalî bidin pey fatalîzmeke reş î tarî diyar e azadiya kesayî û cemawerî jî dimîne ber însafa zordestan. Lewre,  Xezalî him divêtiya pêwendiya sedem-encamê, yanî bisedembûna bûyeran red dike (Xweda jixweber hebû û her tişt bi vîna xwe -bê sedem- afirand), him jî di qewimîna kiryarên mirovan de vîna wan tune dihesibîne û her tiştî dispêre nêrîna cebriye (vîna teqez-îradeya mitleq). Wisa ku hukmê qencî û xerabiyên di jiyana mirovan de ji pêş de ji layê Xwedê ve destnîşan bûne.  Heke qewimîna dagerkeriya tirk û ereb û eceman a li ser welatê kurdan serencama hîkmeta Xwedê be û bi daxwaz û vîna wî be wek mumînekî/ê ya ku bi kurdên bindest dikeve jî razedilî û bîata bi vê rewşê ye. Bi ya Xezalî û Firat be ji ber ku Xweda xwestiye wiha ye, lewma jî divê em serweriya tirk û ereb û farisan (ji bo riza Xwedê bigrin) bi dil û can bipejirînin.

Wek encam: Di mercên bindestiyê de daxwaza dûrsekinîna ji siyasetê banga teslîmîyetê ye, him jî bêbextî ye ji miletê kurd re.