Videoyên Kêliya Kuştina Keç û Xortên Kurd

864

Mahmut Kılınç

Êdî polis û eskerên Tirk videoyên kêliya kuştina xort û keçên Kurd diweşîne. Berê tenê wêne dihatin weşandin, lê êdî videoyên kêliya kuştinê jî tên weşandin. Ev helwest nêşita şerekî psikolojik dike û amanc, bi cîkirina bandora metirsiyê li ser civatê ye. Weha dixuye, ku berpirsyarên vê nemiroviyê amrazê kuştina keç û xortên Kurd bi avakî din dikin, bifikirin ku bavek an dayîkek, di telewizyonê da temaşeyê kuştina law an keça xwe dike. Demekê li ser rewşa psikolojik ya malbatê bifikirin. Êşek weha ti caran tê jibîr kirin, wekî ku carekê va ezman tête xwarê. Weşandina kêliya kuştina mirovekî, bona xism û nasên wî/wê tehdeyîyek (şekence) bêhemta ye. Yekser bêbexti ye.

Herî dawî, li Amedê, li navenda şeqema ber Deriyê Çiyê keçek Kurd hat kuştin, di videoya ku hat weşandin da xwîn jê diherikî. Her roj çend videoyên weha di telewizyonan da wekî nûçe tên weşandin, weha dixuye ku hêzên ewlehiyê videoyê amede dikin û bona weşandinê didin telewizyonan. Bêşik amancekî amdekirin û weşandina van videoyan heye: Dixwazin civat bikeve bin sawa kuştin û tehdeyê. Ev şerekî pikolojik e, di hinek saziyên tarî yên dewletê da biryara weşandina bi vî avayî tête dayîn.

Lê belê, divê em hinek jî vegerin ser layê Kurd. Kî/kê dikane pesna duristbûna “çalekiya” ya keça ku li ber Deriyê Çiyê êrişî polisan kir û hat kuştin bêje? Ger ewê bi serê xwe biryar dabe, divê li ser têgehêştin û psikolojiya nifşên genc baş bête sekinandin. Li ser sebebên wê, çimayên wê bi berfirehî vekolîn divê. Na, ger hineka bi rêxistin be, divê ew hesabê vê bidin. Ez ne li dijî çalekiyê me, jixwe ev ne karê min e, tenê peywira yên wekî min ev e, ku li dijî zayîbûna keç û xortên me û wêranbûna navçeyên herêma bakurê Kurdstanê helwesta xwe eşkere bêjin. Ji ber ku di navbera amanc û têkoşînê da nehevsengiyek heye, têkoşînek weha bona amancê “xwe rêvebirinê” nabe.

Di rojên dawî da, li gellek bajarokên bakurê Kurdistanê da bi dehan kes hatin kuştin. Jinên ducanî hebûn di nav yên hatî kuştin da, him jî li ber deriyê xwe. Kuştin bona kujêrên li ser banîya avahiyên bilind da bûye karekî asayî. Peywira wana kuştin e, dewletê ew ji kuştinê ra peywirdar kirine. Ger dewletek bi peywira jiyandinê li karê xwe ranebe, êdî ev ne dewlet e, dibe sazgêrek (mekanizma) kuştinê.
Lê belê, tiştê ku ew lê dişehîtin, hêj tênagehên ku şêniyê bakurê Kurdistanê bi pirranî çembera xov û tirsê dirandiye. Sawa bi salan li ser xwe avêtiye. Di salên 90î da bi hezaran kes hatin kuştin, hêj ji kujêran kes nehatiye darizandin, gelê bakurê Kurdistanê bi salane ku bi vê rastiyê rûbirû ye.

Weha dixuye, ku hêj rojên xeter li benda me ne. Çend rojan berê di bernameyek telewizyonê da min guhdarîya yekî kir, wekî pisporekî ewlehiyê diaxifî û weha digot; “ger PKK ji van navçeyan dernekeve, vala neke, dibetî heye ku her çûre çek bikar bên.” Bi ya wî, him çekên giran wekî top û tankan û him jî, dibe ku balefir bikar bên! Ew, li hinek bajarên bakurê kurdistanê geriya bû, wekî Cizîr, Nisêbîn, bale dikşand ser xetera rojên tên.

Wate gotinên wî, ku di tarîya dewletê da amedekarîya şerekî wêrankar tête kirin. Jîyana gellek kesan di bin metirsîya kuştinê da ye. Sedem jî gellek hêsa ye, serokwezîr li ser kuştina serokê Baroya Amedê Tahir Elçi weha dibêje: “Ger wan teroristan li wira pevçûn dernexistana, gelo Tahir Elçi li wira jîyana xwe ji dest dida? Ji ber vê dibêjim musebîb PKKê ye. Ti kes ji wan teroristan ra tiştek nabêje….” Li her bajar û bajarokê bakurê Kurdistanê, bi “musebîb PKKê” dikane bi hêsanî mirov bêne kuştin.

Ev gotinên serokwezîr bi eşkere mikûrhatin e. Ango wateya van gotinan, Tahir Elçi bi gulleyên kesên YDG-Hîyan ne, bi yên polisan hat kuştin. Rasti jî jixwe ev e. Jixwe weziyeta ketina Tahir Elçi, halê dirêjbûna wî li ser erdê, rewşa birîna wî û herweha videoyên ku di kêliya kuştina wî da hatibûn kişandin, didin zanîn, gulleya ku Tahir Elçi ji me stend, dibetiyek pirr bilind e ku ji çekên polisan derket.

Êdî, li hinek navçeyên bakurê Kurdistanê kuştin bûye karekî rojane. Jixwe, qedexe kirina derketena derva û kolanan karê nîşangiran hêsa dike. Partiya Demokratik a Gelan (HDP) derbarê aloziya li Bakûrê Kurdistanê de raporek amede kirîye û di derek raportê da weha tête gotin: “di 6 mehên dawî de bo 17 navçeyan 116 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Ev yek di şerê navxweyî yê Yugoslavyayê de jî hebû. ……Li herêmê ji bilî hezên dewletê hinek hezên paramiliter jî hene, bermahiyên çeteyên JİTEMê, kontirgerilla û Ergenekonê li ser kar in û şaxa DAIŞê ya li Tirkiyê tîmên Esedullah jî li heremê sûcan dikin.”

Rast e li Yoguslawya’yê “şerekî navxweyî” hebû, lê li bakurê Kurdistanê şerekî navxweyî nabe, ango Kurd li dijî Kurd şer nake, yekser dewlet bi hemû hêza xwe li dijî Kurd şer dike. Wekî hemû mînakan di vî şerî da jî dewlet bi sernakeve.

Mahmut Kilinc
04.12.2015/Düsseldorf