Têbinîyek Bona Dîrokê!

654

Mahmut Kılınç

Piştê şeş mehan ez, nuha li bakurê Kurdistanê, li bajarê Semsûrê me. Roja duşemiyê, roja 18. 04. 2016 ji ber pirsgirêkek taybetî li Stenbulê bûm.

Bêşik, nûçeyên di barê parêzbendiya parlemennterên HDPê wekî her Kurdî min jî dêşîne. Tête zanîn, sala 1994an parlementerên DEPê jî mexdurê êrişek weha bûn ku ez jî di navda bûm.

Dema ez li Stenbulê bûm min ligel kek Necdet Buldan û Îsak Tepe peywendî damezrand, mebesta min ev bû ku em beşdarê civîna grupa HDPê ya li parlementê bibin û piştevanîya xwe li ber rayagiştî diyar bikin. Kek Necdet Buldan li ser mijarê xanim Perin Buldan agahdar kir, ango çûyîna me bona beşdarbûna civîna grupê.

Me hersîya lêxist em çûn Enqerê û TBMMê.

Di sala civînê da me cî stent, şênîyekî zor hebû. Grupek ji serokên hinek sendiqayan jî di salonê da amedebûn.

Cigirê serokê grupê Îdris Bayulken civîn vekir, yek bi yek navê hemû sendiqavana pêşkêşê civînê kir, evî jî, serokêgiştî Selehattin Demirtaş û parlementerên amede jî hemûyan li cavê me dinirîn lê silav jî nedan me.

Me hersê hevalan peywira xwe anî bicî, barekî ujdanî bû, lê ew ne şayanê (layiq) piştgirîyê ne. Heçku, amanca me temamen piştevanî bû, li hemberî êrişan.

Bêşik, ji ber helwesta me, ango çûyîna me ya civînê hinek kes dê li me rexne bikin, lê bawerbikin min nizanibû ku ew ji hestên Kurdî ewqas dûr ketine.

Min xwest rayagiştî agahdar bikim.