PÊKANÎNA ZIMANÊ KURDÎ KU NEBE, KURDPERWERÎ JÎ NABE!

687

Ahmed ONAL

Daku zimanê Kurdî xwe jî ber pêla asîmîlasyon, zimanşikestîyê, jenosîdê dûr bixe, divê bi lezûbez hinek pêkanînan bi cîh bîne û xwe ji têkçûnîyê biparêze.

Dema ku zimanên di rewşa metirsîdar ya pişavtinê de be, ev ziman çiqas zimanê zarokan e an yê zarokan nîn e berjewendîya zimanî jî bi wê haletê nîşanî dibe.

Zimanê Kurdî, di Kurdistana Başûr, Rojavayî û Rojhilatî de rewşekî metirsidar de nîn e.

Lê zimanê Kurdî li Kurdistana Bakur, di bin rewşekî metirsîdar de ye. Ji bo wê hinek tedbir ku neyên stendin, di demekî kurt de ev ziman fena zimanê Lazî dadikeve asta tuneyî yê.

Zarok; ken, şadî, gîrî, pevçûn, lîstik û karê xwe yên rojane ku bi zimanê xwe yê bi jenerîk ango malbati yan jî neteweyî diaxifin, an zimanê bîyanî bikar tînîn? Ev zarokên ku Kurd in û ken, şadî, gîrî, pevçûn, lîstik û karê xwe yên rojane ku bi zimanê Kurdî pêk neanîn û her Tirkî, Erebî, Farsî an jî zimanekî dîtir bi kar bînîn, berjewandîya xwe di zimanê jenerik de nabînin. Ev jî dibe sedema têkbirina zimanê xwe yê Kurdî.

Îro em hatine ser rewşake peyda ye ku ji borewşenbîr û neteweya Kurd du rê hene û mane:

A- Rêyek ev e ku hîç hewlekî an çalakîyekî bi kar nexînin û rê bidin asîmîlasyonê, zimanşikestîyê, jenosîdê û hilweşandina zimanê Kurdî. Ev xet xeta mirovanîyê nîn e û wê demê helwêstek welabela dibe ku “bila ev zimanê Kurdî li Kurdistana Bakur û Tirkîyê hilbiweşe.” Ev rê, rêya li ber zordarîyê serê xwe tewandin e û teslîmîyet e. Xwe wendakîrin û dijberîya zimanê dayik, bav û kalan yê Kurdî ye. Divê hîç Kurdek vê encamê qebûl neke û nake jî!

B- Rêya duwemîn jî ev e ku zimanê Kurdî ji asîmîlasyon, zimanşikestîyê, jenosîdê rizgarî bibe û pêşve biçe. Ji wê bonê jî plan, plangerî û tekoşînek kurdperwerî divê.

Ev plangerî jî bi metodek rêk û pêk ku nebe, bi rêbaz jî nabe. Ev rêbazana jî bi hinek şert û mercan ve grêdayîne û divê bi bernameyekî xwe dilsoz, bi vîn û disîplin bimeşe. Mirov dikarê wê bernameyê bi çend xalan xêz bike, ev in!

1- Xala herî pêşîn ev e ku zimanê kurdi di malbata her Kurdekî de bibe zimanê parçeyekî ji jîyanê û putepêdan be. Ango her Kurdek, ev jî nebe her rewşenbîrekî Kurd, tekoşerek Kurd, bi zimanê dayîkê yê Kurdî biaxife û divê ji wê rik û berxwedana xwe hîç neyê xwarê.

2- Ji bo Kürdî xebatên zanîstî bi plangerî pêk bibe.

3- Edebîyat anku wêjeyaa kewnare anku ya klasîka kurdî derxînîn berbiçav û kritik bikin.

4- Edebîyat anku wêjeya Kurdî, medya kurdî bi şert û mercên encama rewşenbirekî ku bi zimanê xwe mehekî de kêmasî du kîtêban, hefteyekî de du kovaran, rojê du rojnameyan bixwîne. Gor teknolojîya ragihandinê ya îroyîn jî qasî wan berheman xwendina xwe bi cîh bine û bixwîne.

5- Herkesekî rewşenbîr, tekoşer û zimanhez di malbata xwe de, di taxa xwe de, li der û dora xwe, hewil bide ku perwerdeyîya zimanê kurdî sererrast bike ku bikaribe zimanê Kurdî bi herikbarî û dilxweşî baxife hezbike, bikarbine û bixwîne.

6- Her sazîyek weşanxanê, çap û çapemenî ji bo her polayê berhemên edebî yê Kurdî bi plangerî derxine û belav bike.

7- Bêtirîn Kurdan jî, kesên ku ji neteweyîyên dîtirin an jî ne kurd in jî bi pêwîstî û hewcedarîya zimanê Kurdî peyda bibe.

8- Ji bo standardîzasyona zimanê kurdî, berî her tiştî di derheqa diyalekt, devok û taybetîyên zimanê kurdî de lêkolinî bibe, dûrayî û nêzikayîya, potansîyala axaftinvan û taybetîyên diyalekt û devokan bi şêwazekî zanîstî berbiçav bibe.

9- Ji bo ku zimanê kurdî di her polayî de anku lise, universîte û her pîvanên perwerdeyîyê de bikar were berheman amade bikin, biweşînin û belav bikin .

10- Komel, Lijin, Weqif û di her sazîyên Kurd de divê pirtukxane (kitêbxane/ Kutupxane) ava bibe û bibliyoteka Kurdî divê dewlemendîtir bibe.

11- Daku ji asîmîlasyon, zimanşikestîyê û jenosîdê re bibe pêl û wan kiryaran bişikîne di navbera sazîyên Kurd de komisyonek xebatkarîyê heyanî mimkun be ji zimannasan komisyon û koordinasyonan her dem sazbibe ku ev xebatên atolyeyê jî serrast û pêk binîn, ji bo ku pêşvebirina karê zimanê Kurdî ji xwe re plangerîyan darxin e û pêk bîne!

12- Ji bo ku zimanê Kurdî yê sade, xwerû û herikbar, em zimanê xwe û di heman demê de aidîyet û cıvata xwe biparêzin, peyvên pêvist yê hewceyî biafrîne gor aheng, rêziman û taybetîya xwe bi cîh bibe, di akademî, komel, Weqif û hemû sazîyan de bi rikbarî berê ji alîyê rewşenbîr û welatparêzan ve Kurdî bikarbînin û ev kesên ku Kurdên siyasetmedar û ji xwe re “rewşenbîr” dibêjin jî divê bi rehetî di nava Kurdan de tirkî neaxifên, daku şerm û şermezar bibe.

13- Ziman li her cîhekî yê cîhanê di nava sazîyên dewletê de bi pêşketî ye. Heta ku serxwebûn an federasyona Kurdî saz nebe, zimanê kurdî jî di tengasîyê de bimîne û bikişîne. Lê heya wê demê jî bi rik divê di sazîyên dewletê de ya dagirkeran be jî bikar be. Minak di dadgehan de, di şaredarîyan de, di dibistanan de, di zîndanan de, yên bawermend di camîyan de, lijne, komel û cîhên dîtir de bilaeks divê berî her kesî rewşenbîr û welatperver bi Kurdî biaxifin û cesaretê bidin gel û zarokên Kurda. Di bazar û marketan de danûstandinên xwe bi kurdî bike. Bi vî avayî tabuya tirkî ya li ser kurdan bişkîne û meşruîyeta Kurdî bi cîh dike. Herkes bi zimanê xwe bila bijî, bi taybetî jî bindest. Bila serdest mecburi zîmanê Kurdî bibin û bipejirînin!

14- Hemû sazî û aktivîstên Kurd, konferansên xwe bi zimanê Kurdî pêşkêşî bikin. Bi taybeti konferansên di derheqa zimanî de bi Kurdî pêşkêşî bikin. Bila Kurdî nezan li ser Kurdewarîyê vir û vala lotikan nede xwe!

15- Bi taybetî ji bo pêşvexistîna zimanê Kurdî, Weqif, Komel, Grubên werzêşê û ziman, televizyon û medya, dibistanên Lîse, Universîte û cûrbecûr sazî divê saz bibin û bi Kurdî fonksiyonel bibin.

16- Ev kesên ku di saziyên kurdan de xwastin bibin endam, yek şertek jî ev be ku bila Kurdî fêr bibî û biaxife.. Da ku bila Kurd ji tirkî û tirkîyevîyê dûr bisekinin ku zimanê xwe biparêzin.

Şertê Kurdewarîyê yê yekemin zanîn û axaftina Kurdî ye. Ev kesên ku bi zimanê kurdî nekarîbe xwe ifade bike, nikare bibe Kurdîperwer jî!