Pakîze Refîq Hîlmî (1924-2003)

634

Pakîze Refîq Hîlmî, sala  1924  li Silêmanî,   li dema ku bavê wê ravêjkarê bawerpêkirî  Mêlîkê   Kurdistan Şêx Mahmûd bû,  ji dayîk bû.

Li sala 1929 bi yawerîya  hejmarek  keç û kurên  bajêrê Silêmanîyê  li Hucreya Melle  Emînê Mamiz ji bo demek kurt xwand.  Li sala 1931’ê  çû ji bo Dibistana destpêkê û sala 1937  ev qonaxa  navbirî temam kir.

Li sala 1938’an   mala Pakîzexanê  barkir, çû Bexdayê  li wê derê wê  qonaxa   amadeyî bi Erebî  û paşê jî beşê mamostetîyê xwand..  Piştî  temamkirina vî beşî,  ew  wekî rêvebira   Dibistana Keçan a Silêmanîyê(Sidiqe) hate destnîşankirin.  Wê li wê derê demekê xizmet da .

Pakîzeyê  sala 1949’an dubare dest bixwendinê kir.  Wê beşê mamosteyatîya  bilind xelaskir û  wekî duyemîn  kes derçû û dîploma xwe wergirt.

Ew sala 1949   ji alîyê  Zankoya  Harward  ji  bo beşê zimanên rojhilat(Zimanên Samî û îranîyan) hate wergirtin.  Li sala 1951’ê wê  li wir  dîploma  xwe a masterê  wergirt.  Ew  jî yekem car bû  xwandewaneka  Iraqê  dîplomek  bi vî curî  destdixist.  Ew  her li wê salê wegerîya  ji bo Iraqê û li Koleja  Edeb a Zankoya Bexdayê  wekî  mamosteya zimanvanî û dîroka kevn a Rojhilat destbikar kir.  Hêdî  gellek neçû her heman salê ji destxistina  doxtoreya zimanvanî ji bo London hate şandin.  Li wir  dest bi xwandin û zanist kir û her  li wê demê li sala 1952  zewicî  û  jiyana xêzanî pêkanî.  Li sala 1954  ji bo destxistina   dîplomeya doxtorî di zimanên  rojhilatan de  ji bo  Zankoya  Qahîrê  hate şandin..  Lê, ji ber  hinek sedemên  xêzanî, xwendina xwe li wir heta dawîyê nebir.   Li sala 1958  Mamoste   Pakîze  wekî  yekem jin  di dîroka  netewa Kurd de,  bû seroka  beşê zimanê Kurdî li  Koleja Edeb a Zankoya Bexda  û ji bo çendîn  sal ev erka da lı ser hıstîyê xwe…

Di navbera  salên 1967-1968’an de   wekî  mamosteya mêvan   li Zankoya Berlîn  bi zimanên Kurdî û Erebî  ders xwand.

Li sala 1970,  wekî  yekemîn   jina Kurd,  bû bi endama  Korî Zanyarî Kurd.   Di navbera  salên 1977-1986’an  de   wekî mamosteya mêvan li Zankoya  Emman-paytextê Urdin-  li ser xizmeta peyama  hizir û zanistî  pîroz ê xwe berdewambû  û xebatkir.

Li sala 1986 vegerîya  ji bo welêt û  li ser daxwaza  xwe li Zankoya Selahadîn   hate  damêzrandin.  Li sala 1990 xanenîşîn bû.   Wê  heta roja  koça dawîya xwe, roja 13.08.2003 waz  ji xwandin, nivîsîn, çalakîyên hizirî, civakî  neanî û  bi çalakane  xizmet kir û şûna  destê wê di hemû waran de  dîyar e.

Ji bilî  ev tiştên ku me  baskir, mamoste Pakîze  yekem jina Kurd bû,  ji bo  komelayê Paşayetîya Britanya(S.A.R), Yekîtîya Edîbanên  Kurd û Yekîtîya Dîroknivîsên Iraqê hate wergirtin.

Bi giştî bi berhemên hizrî, edebî  û zimanvanî ên  mamosta   Pakîze  evana pêk tên:   Sedan  gotarên  zimanvanî ku   di kovarên bi nav û deng ên Iraqê û Urdin de   li ser zimanê Kurdî, dîroka kevn a Kurd  belavkirîye…  komek helbest bi navê “Kurd û Jiyanek Pir Endîşe”,  “Ferhenga Kurdî, Farsî  û Pehlewî Kevn”(destnivîse)  “kitêbî Zimanî Kurdî le rwangeyî Zimanwanî Niwê” û dehan  gotarên zimanvanî  jî  li radyoya Bexdayê belavkiribû.  Dîsan wê   hemû berhemên bavê xwe  dubare çapkirin û bîranînên bavê xwe jî ji bo çap amadekir û çapkir.

Çavkanî:  Basere

Omer Elî Şerîf

W :  Aso Zagrosi

 

TEILEN
Önceki İçerikBizim Musul…
Sonraki İçerikYANLIŞ ADRES