NOŞÎRWAN MİSTEFA: JIYANEKE BERPIRSYAR Û TEMENEKÎ ŞOREŞGER (2)

390

Wek tê zanîn roja 17ê Sibarê li Ber Dergay Sera xwepêşandanek bi rê ve çûbû û piştî xwepêşandanê komek ji xwepêşanderan li dora avahiya ku navenda PDKê lê ye kom bûbûn û wan di berdewamiya protestoya xwe de avahiya PDKê dabû ber keviran. Li gor îdîhayên PDKê “hin ji xwepêşanderan bi çekan teqe kir.” Her di vê bûyerê de pêşmergeyên ji parastina avahiyê berpirs gule li xwepêşanderan reşand. Kesek hat kuştin û di ser 50 kesan re birîndar bûn. Li ser vê bûyerê PDK û YNKê Tevgera Goran sûcdar kir. PDKê YNK jî sûcdar kir ku avahiyên wan naparêze. Noşîrwan Mistefa jî li ser navê Goranê daxuyaniyek belav kir û got, “tu pêwendiya Goranê bi xwepêşandanê ve nîn e.” Piştî bûyera Silêmaniyê avahiyên rêxistinên Goranê yên Hewlêr, Şaqlewa, Soran û Duhokê hatin şewitandin û talankirin.

Di ser re zêde derbas nebû ku Goranê daxuyaniya xwe paşve vekişand û bi awayekî eşkere piştevaniya xwepêşandanan kir. Lê divê were zanîn ku di vê navberê de xwepêşanderan jî Goran ji ber daxuyaniya pêşîn sûcdar kir.

Şandina Hêzên Zêrevanî ji Hewlêrê bo Silêmanî rikeberiya heyî hîn zêde tund kir. Lewre ev hêz wek PDKyî tên nasîn û li gor destûra bingehîn ji bûyerên navxweyî ne berpirs in, erka wan parastina sînoran e. Her wisa fermandeyê van hêzan General Weysî li wan rojan li dijî Goranê daxuyaniyên tund didan û ji bo bûyerên Silêmaniyê li tiliya “hêzên derve” digeriya.

Rasterast têkîlbûna hêzên pêşmerge pirsa avakirina artêşeke neteweyî û şkandina kontrola partiyan li ser van hêzan hîn zêde derxist pêş. Jixwe ev mijar bi demên dirêj li Başûr dihat nîqaşkirin, lê bi vê bûyerê derket holê bê ev pirseke çiqas grîng e ji bo silametiya destkeftiyên Başûr û jiyaneke sirûştî ya siyasî. Daxwaza avakirina saziyên neteweyî yên li pêşberî dadweriyê berpirs yek ji sedemên hebûna Tevgera Goranê ne û her qewimîneke nû mafdariya vê daxwazê derdixe holê.

Tankên YNKê berê xwe dabûn navenda Gorranê (wêneyên wan di rojnameyên Hawlati û Aweneyê de hatin weşandin) û Hêzên Zêrevanî hatibûn Silêmaniyê. Gumana êrîşeke li ser Goranê peyda bibû. Girseyeke mezin ji bo parastinê li dor avahiya Goranê kom bû û Hêzên Zêrevanî protesto kir. Jixwe piştî hatina Hêzên Zêrevanî li Silêmanî vekişîna van hêzan bibû daxwaza yekem a xwepêşanderan. Demekê şûnde ev hêz paşve vekişîn.

Nowşîrwan Mistefa di hevpeyvîna xwe ya bi Sbeiy de ya li 7ê Adarê derheqê helwesta Goranê ya ji bo xwepêşandana 17ê Sibatê de daxuyanî dan. Wî got, “em li dijî wext û roja xwepêşandanê bûn, lewma jî me di lijneya amadekar a xwepêşandanê de cih negirt.”

Nowşîrwan wiha pêde çû: Dema gule li girseyê hat reşandin me helwesta xwe guherand, me daxuyaniya xwe ya berê vekişand û bi eşkere piştevaniya xwepêşanderan kir. Ew vê helwesta xwe wek “tercîha di navbeyna gule û kêvir de” destnîşan dike.

Nowşîrwan Mistefa li ser nasnava civakî ya beşdarên xwepêşandanê de li ser xalên balkêş

disekine. Li gor Noşîrwan yên ku îro daketine şax û kolanan kesên ji nifşa piştî Raperînê (1991)ne. Li gor vê nifşa nû kesên tev li karên nepenî bûne, derketine çiya li Kurdistanê saziyên desthilatiyê û rêveberiyên partiyên siyasî hildane bin kontrola xwe, lewma jî ew li derveyî jiyana siyasî, civakî û aborî mane. Ew wisa difikirin ku ji her tiştî hatine bêparhiştin.

Nowşîrwan ji bo selimandina vê îdîhaya xwe mînakekê dide û dibêje, “li gor datayên heyî piştî Raperînê li dor 50 hezaran ciwanên kurd perwerdehiya bilind qedandiye. Ji van ciwanan 50 heban jî nekarî bigîhên saziyên biryardar ên hukmî û rêveberiyên partiyan.” Her wiha dibêje, “ji bo hûn ji nêz ve bibînin bala xwe bidin hikumetê, navendên partiyan, wezaretan, cîgirên wezîran, rêveberên giştî, sefîr û konsolosan, berpirsên herêm û bajaran ên partiyan.”

Nowşîrwan Mistefa dibêje, ” ev nifş nifşa serdema teknolojiyê ye. Di dema me de înternet, e-mail, telefonên mobîl û tvyên navneteweyî tunebûn. Nifşa nû ji van tevan sûd werdigre. Ev mirov dibêjin, temenê me dest nedida em derkevin serê çiyayan, di rêxistinên nepenî de bixebitin û şkenceyê bibînin. Ev ne sûcê me ye. Her wiha ev mirov ji xwe re wek heqekî xwezayî dibînin ku di tevahiya saziyên fermî yên Kurdistanê de bixebitin.”

Noşîrwan Mistefa balê dikşîne ser xalên hevbeş û cihê yên xwepêşander û Tevgera Goranê. Li gor wî daxwazên ji heft xalan ên Goranê stratejîk in û derheqê sîstema siyasî ya Kurdistanê de ne. Lê di daxuyaniya xwepêşanderan de, ji bilî van daxwazên aktuel û yên derheqê xizmetguzariyên gelemperî de jî hene. Ew bi tekezî vedibêje ku tevgera wan tu caran li ser navê xwepêşanderan tev li hevdîtinên siyasî nebûye û divê ew bi nûnerên xwe ve tev li hevdîtinan bibin. Bi ya wî ev bîst sal e rekabeta ku hebû her di navbera partiyên siyasî de bû. Wan pir caran gora hev kola û xwest hevûdu ji holê rakin. Lê van xwepêşandanan bi awayekî atmosfereke pirdengî û pirpartîtî afirand. Di nava refên xwepêşanderan de PDKyî, YNKyî, Yekgirtûyî, Komelayî, Zehmetkêşanî, Sosyalîst û Goranî hebûn. Civateke pirdeng bû.

Li ser tawanbarkirina Tevgera Goranê bi pêwendîdanîna bi “hêzên derve” re Noşîrwan Mistefa diyar dike ku ev cure reşkirin ne li tenê ji hêla desthilatên Kurdistanê ve, lê wek amûreke giştî ya ji hêla desthilatên tevahiya dinyayê li dar e. Ew gotinê tîne ser îdîhayên “tiliya Îranê” û wiha dibêje: “Her kes pê dizane ku Îran di pêkhatina desthilatiya navendî ya Iraqê de çiqas bibandor bûye. Bi saya alîkariya Îranê gelek kes di hikumeta navendî ya Iraqê de hatin cihên bilind. Her kes pê dizane bê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanî bi Îranê û partiyên we re xwedî pêwendiyên çiqas baş ên ewlekarî, aborî û tîcarî ne. Nivîsgeh û nûnertiyên partiyên Kurdistanî û desthilatên Kurdistanê li Tehranê û bajarên din ên Îranê hene û beramberî vê konsolosxaneyên Îranê jî li Hewlêr û Silêmaniyê hene. Her roj bi sedan kes ji Kurdistanê diçin Îranê û ji Îranê jî tên Kurdistanê.” Li gor Noşîrwan mebest ji van îdîhayan ew e ku navbera Goranê û DYA, Îngîlîstan û dewletên rojavayî xera bikin. Dixwazin wisa bidin zanîn ku li pişt Goranê Îran heye.

Yek ji rexneyên li dijî hingaftin û daxwazên Goranê jî ew e ku “kurdan dabeş dike”, “ketiye nav hewleke bêwext” û “destkeftî û azmûnên Kurdistana berşîr dixe xetereyê”.

Dema Nowşîrwan Mistefa bersîvê dide van rexneyan wiha dibêje: “ Ey azadî, çendîn sûc di bin navê te de kirin? Ey demokrasî, li ser navê te çiqas sûc qewimîn?“

Û lê zêde dike: “ Ey azmûneya Kurdistana berşîr, di bin navê te de çi şaşîtî hatin kirin?“

Li gor Nowşîrwan divê kurd vê gotina “azmûneya Kurdistana berşîr” ji ferhengên xwe derxin û bavêjin. Li gor wî 20 sal piştî avabûna Hikumeta Herêma Kurdistanê li hember her rexneyê dubare gotina “azmûneya Kurdistanê hê berşîr e û azmûnneya Kurdistanê diikeve metirsiyê” ne maqûl e. Piştî 20 salan hê dibêjin “azmûneya Kurdistanê wek zaroka berşîr e. Ger mirovek piştî 20 salan hê zarok be divê bê gotin ku ev zarok kêmaqil e û paşde maye. Wê çaxê jî divê mirov ji bo dermankirinê wê radestî saziyên hewce bike. Divê em pirsê li fîzîknas, kîmyager û civaknasan bikin. Ger azmûneyek piştî du yan sê ceribandinan serkeftî be dibe rêzik an jî qanûn û tê bicihanîn. Na ku têk biçe divê dev jê bê berdan.

Wexta Noşîrwan li ser azmûneya 20 salan a Kurdistanê hûr dibe dibêje, azmûneya Kurdistanê wek siyasî, qanûnî û makezagonî serkeftî ye. Hikumeta navendî ya Iraqê, dewletên cînar, hêzên sereke yên cîhanê Kurdistanê nas dikin. Li gelek welatên dinê nûnertiyên hikumeta Kurdistanê hene. Azmûneya Kurdistanê xwedî rayeyên yasapêdanî, rêveberî û dadwerî ye. Wezaretên me yên wisa hene ku tê de sed hezar xebatkar hene. Hikumeta Kurdistanê heye û dê hebe jî. Hin pirsgirêkên hikumeta Kurdistanê hene û divê em van pirsgirêkan li dû xwe bihêlin.

Li gor Nowşîrwan Mistefa ne azmûneya Kurdistanê lê azmûneya partiyên kurd di metirsiyê de ye. Azmûneya ji gel nuximandina ser çavkaniyên dahatinên Kurdistanê, veşartina budçeyê di metirsiyê de ye. A ku di metirsiyê de ye azmûneya partîzanîkirina civakê ye. Azmûneya ku nêzîkatiya ku xwe dispêre partiyên dîktayê û hişmendiya yekpartîtiyê di metirsiyê de ye. Azmûneya peyman û kontratên tîcarî yên bi dizîka ve di metirsiyê de ye. Azmûneya veşartina dahatinên ji budçeya Bexdayê û bacên deriyên sînor ên Kurdistanê di metirsiyê de ye. Ev tev jêderkên gendeliyên li Kurdistanê ne. Azmûneya têkîlbûna partiyan li zanîngehan, mizgeftan, li bazar û bazirganiyê, li sazî û dezgehên hikumetê di metirsiyê de ye. Li gor Noşîrwan, gava behsa metirsiya li ser azmûn û destkeftiyên Kurdistanê dikin qesta wan ew e ku azmûneya partiyên wan di metirsiyê de ye.

Noşîrwan dibêje, ” îro li Kurdistanê azmûneya rikeberiya siyasî û bi rêya çek û sîlehan jinavêrakirina partiyên dijber têk çûye.” Li gor wî jixwe ev azmûneya partiyan bûye sedema şerên navxweyî. Wek encam dibêje ku azmûneya hêzên asayîşî yên partiyan û dewleta partiyê têk çûye, ne ku azmûneya Hikumeta Kurdistanê.

Her wisa li gor Noşîrwan Mistefa digel azmûneya medya û çapemeniya van partiyan jî têk çûye û ketiye metirsiyê. Li gor wî hin kes dikarin bêjin medyaya Goranê bixwe jî heye û rexne lê bigrin, lê ger li welatekî çapemeniyeke serbixwe yî azad tunebe her partî wê li gor daxwaza dilê xwe, bi pereyên hikumetê ve, bi pereyên milet ve çapemeniya xwe damezirîne. Ev azmûne jî têk çûye. Çapemeniya partiyan li ser pereyên gel û li ser derewan avadan bûye.

Noşîrwan Mistefa dibêje, “hişmendiya vê medyayê sê tiştan ji xwe re dike armanc. Yek jê ew e ku rastiyan ji gel veşêrin û bi saloxên derewîn çavê gel girêdin. A diduwan, derheqê civînên veşartî û nepen ên derdorên desthilatdar de agahdarnekirinina gel û tarîkirina hawîrdor, a sisêyan jî hefrîdkirin an pîrozwerkirina serekan e. Ev azmûne jî têk çûye û di metirsiyê de ye.

JI BO HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT DERFET Û MERCÊN HEWCE

Tevgera Goranê di daxuyaniya xwe ya li 29ê Berfanbarê de daxwazên xwe yên ji heft xalan anîbû pêş raya giştî ya Kurdistanê. Yek ji wan xalan jî fesihkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext bû. Gelek derûdor pêşî li hember vê daxwazê sekinîn, lê piştre tevan jî ev daxwaz bi lêv kir.

Mesûd Barzanî jî “hilbijartiinên pêşwext” anîn rojevê û bang li parlamentoyê kir. Lê Tevgera Goranê ne alîgirê hilbijartineke pêşwext bû wekî ku Barzanî pêşniyaz dikir.

Noşîrwan Mistefa behsa her heft xalan kir û dubare got ku, “ev paketeke siyasî ya çareseriyê ye. Û mebest jê ew e hêzên pêşmerge, hêzên asayîşê, rêxistinê îstîxbaratê, polîs, saziyên dadwerî û zanîngehan ji bin kontrola partiyan derxe û bike sazî û dezgehên neteweyî û serbixwe.”

Li gor Noşîrwan Mistefa ger ev neyên kirin tu encameke nû ji hilbijartinên pêşwext dernayê. Ew vê hizra xwe bi hin bûyerên rasteqîne tîne zimên û dibêje nêzîkî 2000 alîgirên Goranê ji karên xwe hatin avêtin, mûçeyên wan qut bûn, an jî cihê wezîfeya wan hat guhertin. Ji bo tiştên wiha careke din neqewimin divê saziyên dewletê ji bin kontrola partiyan derkeve. Wê çaxê mirov bê tirs û fikar kîjan partiyê bixwazin wê rehiya xwe bidin wê partiyê.

 

Wek tê zanîn Nowşîrwan Mistefa nikare li Hewlêr û Duhokê bi awayekî serbest propagandaya hilbijartinê bike. Digel ku bi sedhezaran hilbijêrên Goranê li Hewlêrê hene Noşîrwan Mistefa nikare here Hewlêrê. Ew dibêje, “ji bo hilbijartinên adîlane divê şert û mercên hewce bi cih werin.”

Hîn gelek babet hene ku kurdên bakurî hay ji nêrîn û gotinên nûnerên Goranê nîn in bê ew li ser wan çawa difikirin. Em dê wek Ala Yekîtî ji vir şûnde jî li ser nêrîn û helwestên siyasî yên Tevgera Goranê raya giştî ya Bakur agahdar bikin û heta ji me bê em ê rê nedin ku xwendevanên kurd bibin bendiyên “agahî” û “nûçeyên” yekalî yên medyayên partiyan.

Dê bidome…