NOŞÎRWAN MİSTEFA: JIYANEKE BERPIRSYAR Û TEMENEKÎ ŞOREŞGER (1)

259

Yek ji têkoşerên pêşeng ên têkoşîna rizgariya neteweyî û civakî ya Kurdistan Noşîrwan Mistefa li sala 1944an li bajarê Silêmanî ji dayîk bû. Perwerdehiya seretayî û amadeyî li Silêmanî qedand. Ew hîn di zarokatiya xwe de ji nêz ve bi pirsên miletê xwe ve eleqedar û. Ruhê têkoşer ê Berzencî hîn li vî bajarî û her di giyanê vî ciwanî de zindî bû. Cara pêşîn tev li Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya ser bi PDKê ve bû. Di demeke kin de bû yek ji rêveberên wê rêxistinê û çawa ku perwerdehiya wî bi dawî bû, li sala 1967an bû endamê rêxistina bajarê Silêmanî ya PDKê. Demekê li girtîgehên dewleta dagerker de ma. Li sala 1969an bû xwedî û derhênerê giştî yê kovara Rizgarî.

Li sala 1967an ji beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bû. Piştre, ji bo lîsansa bilind çû Nemsayê.

Dawî berê xwe da çiyayan û demeke dirêj wek pêşmerge rasterast di şerê azadiya neteweyî de cihê xwe girt. Di rêveçûna şerê pêşmerge de bû xwedî cihekî hêja. Di amadekarî û taktîkên şer de fermandeyekî jîrek bû; ewqas ku dadgehên BAASiyan derheqê wî de biryar dabûn da li cihê ku bê dîtin were kuştin. Piştî şkestina sala 1975an PDKê dev ji pêşmergeyetiyê berda. Ev jî sedema nîqaş û aloziyên kûr di nava vê partiyê de. Noşîrwan Mistefa digel komek hevalên xwe ji PDKê cuda bû û bi damezrandina Komeleyî Rêncderanî Kurdistan bû sekreterê giştî yê vê tevgerê. Her li heman salê, Komeleyî Rêcderanî Kurdistan bû yek ji damezrênera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan bi gel herdu rêxistinên di bin serektiya Celal Talabanî û Alî Asker de.

Di proseya avabûna Bereyî Kurdistan de gelek hewl da, bi bîr û ramanên xwe rê li ber yekîtiyê vekir û di kordînasyona yekrêziya hêzên pêşmerge de cih girt. Digel Mesûd Barzanî plansaziya Raperîna Adarê kir û amadekarî bi rê ve birin. Ji destpêkê ta dawiyê bû fermandeyekî herî li pêş ê Raperînê.

Noşîrwan, di tevahiya jiyana xwe de tu caran xwe ji civakê cihê nekir, paye û mewkiyên ku wî ji civatê dûr bihêlin an wî bînin rewşeke ser-civakî nepejirandin û tim jiyaneke bi gel kedkarên Kurdistanê bijart. Dema li başûr hikumeta federe ava dibû li gor lihevkirina YNK û PDKê erka serokwezîriyê ji kontenjana YNKê re ketibû û cara pêşîn li wî hatibû pêşniyazkirin ku xwe bi vê wezîfeyê bigre. Lê ne vê carê, ne jî tu careke din wî miqamên burokratîk tercîh nekirin. Her ji ber vê tercîha wî bû ku wî rewşa aborî ya gel û nêrîna hejaran li ser rêveberên hikumetê xweş dizanî. Lewma jî heta roja mirina xwe jî ji bo guherandina pir nexweşiyan bû hêviya gel.

Heta sala 2006an erka cîgiriya sekreterê giştî yê YNKê bi cih anî. Ji ber pirsên bi gendeliyê ve girêdayî yên îdarî dest ji erkên xwe yên fermî yên vê tevgerê kişand û li Londonê bi cih bû. Bi giranbûna qeyranên civakî li sala 2009an vegeriya Kurdistanê û damezrêneriya Tevgera Goranê kir. Di demeke kin de Goran ji layê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat û di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de serkeftineke mezin bi dest xist, bû partiya duwemîn.

Li ser siyaset, wêje û dîrokê gelek pirtûkên Noşirwan Mistefa der çûne û di jiyana rewşenbîrî ya kurdî de şopeke grîng li dû xwe hiştiye, bûyê yek ji jêderkên serîlêdanê yên lêkolînên siyasî û civakî.

Her du meh berî niha hevsera wî Şûle Xan çû ber dilovaniya xwe. Wan li dû xwe sê zarokên bi navê Nima, Çiya û Çira û ji bo me azmûn û têkoşîneke bêhempa hişt.

Wek Ala Yekîtî em ji ber wendakirina pêşengekî gewre yê doza azadiyê dilkovaniya xwe der dibin û bejna xwe xwar dikin li ber têkoşîna Nemir Noşirwan Mistefa.

RASTIYÊN KU EM PÊ NIZANIN Û NOŞIRWAN MISTEFALi van salên dawîn li ser navê Tevgera Goran û Noşirwan Mistefa pir “agahî” û “nûçe” hatin belavkirin. Bi taybet li ser torên medyaya civakî bê hed û hesab şîroveyên manupîlatîf wek “nûçe” hatin pêşberî kurdên bakur. Ji bo avakirina qenaeteke sexte derheqê Goranê û serekê wê de nêrînên yekalî li ser xwendekaran hatin ferzkirin. Qet nehat bîra wan kes û rojnameyan ku serî li bername, gotin û daxuyaniyên vê tevgerê bidin. Diyar e ku heta salox û agahiya rast neyê ber dest buxdan û îftira her wê govendê girêdin. Ji ber vê êdî pêdivî bi serîlêdana rasterast a mihatabê van angaştan heye. Lewma jî dora axaftinê ya Noşirwan Mistefa ye.

Li bakur hin kes hene ku Goranê wek “dijraberê destkeftiyên başûr”, “alîgirê alozî û şerê kurdkujiyê” bi nav dikin û bi “tevdaniyê” sûcdar dikin. Hin kes jî hene ku Goranê wek berpirsê têkçûn û betalbûna parlamento û hikumetê dibînin. Lê her eynî kes rewşên neyînî yên li Başûr rêz dikin û bixwe nîşan didin bê ka parlamento û hikumet çawa ji karîgeriyê dûr ketine û bûne du biwêjên bê naverok.

Piraniya van kes û komên bakurî sazî û dezgehên medyayî yên bi destê partiyên desthilatdar ên başûrî ve tên fînansekirin ji xwe re dikin çavkanî û îdîha dikin ku Tevgera Goranê “pirsên navxweyî yên Kurdistanê radigîhîne Bexdayê, dixwaze parlamento, hikumet û makezagona Kurdistanê ji holê rake û neyarên kurdan piştevaniyê li wan dikin ûhwd.” Baş e, gelo Tevgera Goranê û serokê wê li hember van îdîhayan çi dibêje? Bi ya bakuriyan be ew zêde tiştekî nabêje. Lê ger saziyên me yên ji rewişta çapemeniyê re hurmetgîr hebûna dê gotin û nêrînên tevahiya aliyan bianîna rojevê.

NOŞÎRWAN MISTEFA LI SER ŞERÊ BIRAKUJIYÊ ÇI DIBÊJE

Piştî ku Noşîrwan Mistefa ji YNKê cihê bû û Tevgera Goranê damezirand derheqê wî de pir tişt hatin gotin bi taybet li ser şerê kurdkujiyê. Angaşt ew bû ku Noşîrwan ji peymana YNK û PDKê aciz bûye, lewma jî bûye “mîmarê şerê navxweyî”.

Nowşîrwan Mistefa dema şerê kurdkujiyê li sala 1994an bi gotina YNKyiyan “xeyidîbû û vekişiyabû quncê xwe.”

Nowşîrwan Mistefa di bîranînên xwe de li ser şerê navxweyî yê li 1994an behsa vê mijarê dike û Mam Celal û Kek Mesûd wek “berpirsên şerê navxweyî” bi nav dike. Piştî belavkirina li ser malperekê ya van îdîhayan YNK û PDK bertekên tund nîşan didin û ew demekê şûnde van nivîsên xwe paşve vedikişîne. Noşîrwan dide zanîn ku di destpêka vî şerî de ew jî wekî piraniya endamên polîtburoya YNKê li derveyî welat e. Bi gotina wî, Mam Celal bi caran bi rêya telefonê lê digere û dixwaze wî bi vî şerî qane bike, lê Noşîrwan Mistefa vî şerî qebûl nake û bersîvê nade wî, naşe cihên hevdîtinên plankirî. Piştre, wek bi gotinên wî “ew bi niyeta ku partiya xwe û hevalên xwe tenê nehêle ku bi salan e di ber wan kedeke giran daye dawî pêşniyaza Mam Celal dipejirîne.”

Çend sal berî niha Celal Talabanî di civîneke YNKê de Noşirwan Mistefa wek “berpirsê komkujiya Helebçeyê” nîşan da. Wî ev teza xwe jî siparte daxuyaniyeke Saddam. Li gor wî Saddam gotiye, “ger hûn li gel Îranê tevbigerin ez ê çekên kîmyewî bi kar bînim.” Noşirwan jî ev dizanî, lê dîsa jî operasyona Helepçeyê pêk anî.

Noşîrwan Mistefa bersîveke tund da van îdîhayan. Gotinên xwe spartin hin belgenameyan û peymana di navbera YNK, PDK, HSK, PASOK û hin partiyên din ên kurd û dewleta Îranê de anîn rojevê. Ev peyman bi beşdariya rayedarên payebilind ên van partiyan ve hatibû îmzekirin. Ev operasyon li gor vê peymanê pêk hat. Noşîrwan dibêje, “jixwe berî wê jî Saddam li gelek deveran çekên kîmyewî bi kar anîbûn. Me dixwaast em xwe ji rejîma Saddam rizgar bikin. Peymana li gel dewleta Îranê biryara hevpar a partiyên kurd bû, lewma jî tu kes bi tena serê xwe nikare wek berpirsê vê karesatê were destnîşankirin.

HIN TÊBÎNÎ JI BO DANASÎNA KESAYETA NOŞÎRWAN MISTEFA

Ji bo em kesayeta demokrat a wî, jîrektî û çarenasiya wî ya li beramber pirs û arîşeyan binasin hêja ye ku em li vir behsa helwesta wî ya di pêvajoya nîqaşên li ser çawaniya arîtmetîk a parlamentoya Başûr rawestin. Ew di dema hilbijartinên pêşîn ên Başûr de ji YNK û ji partiyên din cuda difikirî. Noşîrwan Mistefa berî hilbijartinan pêşniyazekê -pêşîn- li partiya xwe dike. Li gor vê pêşniyazê divê partî bi lîsteke hevpar tev li hilbijartinê bibin û ji bo YNKê 35, ji bo PDKê 35 mebûs û ji kesên serbixwe re jî 30 mebûs bikevin. Di peydabûna pirsgirêkên demên pêş de ev 30 mebûsên serbixwe dê di navbera YNK û PDKê de hevsengiyê saz bikin. Lê belê ev pêşniyaza wî nayê qebûlkirin û rê li ber pirsgirêkên tund û şerê birakujiyê vedibe.

Noşîrwan Mistefa li ser hin bûyerên piştî Raperînê, bi taybet yên li Kerkukê jî bertekeke tund nîşan dide û nerazîbûna xwe bi hevalên xwe re parîve dike. Kiryarên wek şêlankerî, bertîl û nelirêtiyên din qewimîbûn. Jixwe dûrmayîna ji erkên fermî ya Noşîrwan ji ber ev cure kiryaran bû. Li Başûr li ser vê nêzîkatiya Noşîrwan pir metelok hatine vegotin. Yek ji van wiha ye:

Berî komcivîna duwemîn a YNKê di gengeşiyên navxweyî yên partiyê de Noşîrwan Mistefa li hember pêşniyazên wezîfewdarbûna wî wek rayedarekî hukmî dibêje, “ez nikarim bibim serekê dizan.” Roja komcivînê delege tev li salonê kom dibin. Çendekî şûnde mirovek ji gel dikeve salonê û dibêje, “erebeya min hatiye dizîn.” Mam Celal yekcar radibe û dibêje, “ne pêkan e ku tiştekî wiha biqewime.” Her kes li Mam Celal dinêre. Ew bi tiliya xwe Noşîrwan Mistefa nîşan dide û dibêje “aha serekê dizan li vir e” û berê xwe li delegeyan dizivirîne: “Diz tev va ye li vir in.” Her kes bi pîrqînî dikene. Tê gotin ku ev bûyer rast e û Mam Celal ev plan saz kiriye. Ev çîrok nerazîbûna Noşîrwan li hember karên nelirê nîşan dide.

XWEPÊŞANDANÊN LI SILÊMANÎ

Di Sibata 2011an de di serî de Silêmanî li gelek deverên Kurdistanê xwepêşandan bi rê ve çûn û van bûyeran bala tevahiya kurdan kişand.   Gava li 17ê Sibatê li Ber Dergay Sera xwepêşandanan dest pê kir herdu partiyên desthilatdar PDK û YNKê dest bi tawanbarkirina Tevgera Goran û bi taybet jî serokê vê tevgerê Noşirwan Mistefa kir.

Bi rastî ji bo rêlêvekirina xwepêşandanên li Kurdistanê Goran xwedî rolekî bû. Çawa ku tê zanîn bi salan rexneyên cuda li herdu rêveberiyan dihatin girtin û pirsa gendeliyê bibû yek ji mijarên jiyana rojane ya başûriyan.

Her heft xalên di daxuyaniya Goranê de û 26 daxwazên xwepêşandêran, hîn ji pêş de ne bi temamî be jî ji aliyê hin saziyan ve dihatin bilêvkirin. Lê bangewaziya daketina kolanan û sepandina van daxwazan li hikumetê tune bû. Li ser heft xalan daxwazên Goranê û bandora vê tevgerê li Silêmanî bingeha van xwepêşandana amade kir. An na gelek daxwazên hevpar ên xwepêşanderên Ber Dergay Sera û gelek kom û derdorên Duhokî û Hewlêrî hene. Lê li Duhok û Hewlerê ji bo tu meş û xwepêşandanên yasayî destûr nayê dayîn. Pir caran bi vê armancê serî li rayedaran dan, lê ev tev bêencam man. Herçî meş û xwepêşandanên neyasayî ne ew jî bi rêbazên leşkerî û polîsî tên astengkirin. Heta, rêxistina Yekîtiya Xwendekaran a ser bi PDKê ve bêyî agahiya wezîrê perwerdehiyê û rektorê Zanîngeha Selahedînê heya 1ê Avrêlê xwendekar şandin malên wan. Mebest jê pêşîlêgirtina meş û xwepêşandanên li zanîngehan bû. Ev jî diyar dike ku nerazîbûnên ji desthilatiya Başûr bi Silêmaniyê ve ne bisînorkirî ne. Bi sed hezaran alîgirên Tevgera Goranê û tevgerên din ên dijber hene û ta niha neqewimîna tu xwepêşandanekê li van bajaran bi tenê dikare bi bergiriyên ewlekarî were ravekirin.

Ger ji YNKê bihata dê demildest ev xwepêşandan asteng bikirana. Jixwe li gelek cihan ceriband jî, lê nekarî pêşî lê bigre.

Dûrketina Noşrwan Mistefa ji bijareyên desthilatiya Başûrê Kurdistan û sekna wî ya li dijî nelirêtiyan hişt ku derdorên dijber bi dilwêrekî rabin ser piyan û bi vî awayî Goran di bin serkêşiya Noşirwan Mistefa de ji bo wan bû sîwanek.

Gelo serokê Tevgera Goranê Noşirwan Mistefa bersîva van îdîhayan nade? Bêguman, dide. Lê kesên li pey buxdanan diçin naxwazin gotinên wî bên bihîstin.

Ne cihê şikbirinê yê ku mirov bêje, li van çar an pênc salên dawîn kesê ku herî zêde li ser Başûrê Kurdistan nivîsandiye û axifiye Noşirwan Mistefa ye. Digel vê rastiyê jî hinkes hene ku dikarin nivîsan li hev bînin û bêjin “derheqê pirsgirêkên Başûr de tu bername û pêşnûmeyên Goranê nîn e.”

(Dê bidome…)

Xebatkarên Ala Yekîtî

ÇAVKANÎ: Gotarên Aso Zagrosî, Vikipedia