Li Rojhelata Navîn Teror û Xîzanî

886

Mahmut Kılınç

Bi êriş û komkujîya Parîsê, ango terorê DAEŞê, (Dewleta Îslamê) bi giranî di rojeva cîhanê da cî girt. Ji destpêka îsal û heta îro di encamên êrişên weha da, bi teqandina teroristan bi xwe û êrişên çekdarî da nîzikî heştsed kesî jîyana xwe ji dest da ye. Di şerê li dijî DAEŞê da bi hezaran gencên Kurd şehît ketin. Gund û bajarên Kurdistanê wêran bûn. Mixabin, erdnîgarîya Kurdistan û neteweya Kurd cîranê di herêma çavkanîya terorê da cî digre û di bin metirsîyê da ne.

Du peyamên ku li ser rastiyê dibin şal, li pêşîya dîtina rastiyê dibin asteng hene; yek ji vana “ol, netewe û welatê terorê nîne” ye; yê din, “teror, belangazî û paşvemayîna herêma Rojhelata Navîn ne ji Îslamê ye.” Ger we bala xwe dabe axaftin û peyamên rayedarên dewleta Tirk, dê payamên wate weha gellek caran xwendibin, bihîstibin.

Herdu peyam jî di destpêka bihîstinê da wekî ku rast bin tên pêşwazî kirin, lê di eslê xwe da, him bi fêlek ne paqiş tên gotin û him jî, li ber rastiyê dibin şal, rastiyê vedişêrin. Ev helwest rê li ber pêvanên objektif û zanisti jî digre, daku mirovî rastiya îro bibîne.

Îro mirovî, gelên Misilman, taybetî gelên Rojhelata Navîn di nav belangaziyê û terorê da digevizin, bi sedan salan ji gelên dewlemend, geşedan û welatên demokrati cîyawaziyek bipaşvemayî heye. Teror hêj bar û îmajê gelên herêmê giran dike, ji ber ku li seranserê cîhanê teror ji herêmê derdikeve, divê bête qebûlkirin ku ji çand, şert û mercên li herêmê çêdibe.

Kesên ku bi avakî zanistî li rewşa herêmê, herweha li terorê û paşvemayîna herêmê dinirin, amaje bi du sedemên bandorker dikin. Yek ji vana, nexşeya siyasî ya herêmê, ya ku bi peymana Sykes-Picot hatiye bicîkirin, daku peyman bi her avayî li dijî çand û rastiya etnikî ya herêmê bû. Ya din, ji derketin, çand, têgehêştin û şîroveya Îslamê te.

Rayedarên dewletên Rojhela Navîn, her yek ji vana terorê bona bercewendiyên xwe pênas dike. Bi ya vana teror û terorist kî/kê ye ne girîng e, helwesta vana ev e ku “neyarê” wana, hêza ku li dij şer dikin, heq an neheq, di qada navneteweyî da teror û terorist bête naskirin. Di her civîn û hevdîtinên navdewletî da, rayedarên dewleta Tirk taybetî pîvanên xwe dibêjin û hewl didin, siyaseta xwe ya ku li dijî têkoşîna azadîya Kurdistanê hatiye hunandin bi dewletên din va bidin pejirandin. Helwesta Tirkiyê ku em gellek caran dibizîn, taybetî serokkomar û serokwezîr û aweneyên wana dibêjin, “ol, netewe û welatê teorê nîne” bi mebesta teror nasandina têkoşîna bakurê Kurdistanê ye. Nabêjim PKKê, ji ber ku îro PKKê heye ger ev nebe yeke din be, ew jî bi terorê tête bi navkirin. Li Tirkiyê teror û terorist, bi wateya Kurdên ku doza mafên xwe dikin tête gotin.

Helwesta Tirkiyê di civîna G’20an da jî weha bû. Bêşik, li ber destê her dewletê, taybetî dewletên wekî DYA û Federasyona Rusya zanyariyên fireh hene. Ew dizanin kîjan dewlet li beranberê terora DAEŞê di nav dudilî û tevdewînê da ne. Jixwe, mebesta gotina serokê Federasyona Rusya Wiladimir Putin jî ev bû, ku him tevdewîna hinek dewletan û rewşa navdewletî eşkere bike. Siyaset û dudilîya hinek dewletan li beramberê terora DAEŞê afîşe bûye.

Di civînên navdewletî da biryara têkoşîna li dijî terora ji herêma Rojhelata Navîn derdikeve tête dayîn, lê kesên ku biryarê didin jî dê zanibin ku ev ne çareseriyek mayînde ye. Mijar, bi serê xwe tenê ne mijarek ewlehî ye, ango tenê bi tedbîrên serbazî naye çareser kirin. Bi kuştinê dawîya teror û terorîstan naye. Wekî di destpêkê da min gotibû, divê li ser herdu sedeman, ango nexşeya siyasî û çanda Îslamê bête rawestan.

Tête zanîn, ku nexşeya siyasî ya îro bi peymana Sykes-Picot hat bicîkirin. Ev, li dijî vîna gelên herêmê bû, tenê çend malbatên navdar û hinek derdorên siyasî peywendîdar bûn. Rastiya netewe, ol û rêolên herêmê nedît. Bona bercewendiyên dagirker û hinek malbatan nexşeya îro bi cî bû. Kesên ev nexşe bi cî kirin, dê rewş û têkilîya rêolên Sunne û Şîa, herweha dîroka herêmê zanibin. Bêşik, wana hay ji şerê bi hezaran salan hebû, lê ne xem bû bona wana, bes bercewendiyên wana û hevkarîya hinek malbatan pêşîya gellek tiştan digirt.

Ya din, nexwestina ditina rastiya dîrok, çand û têgehêştina Îslamê ye. Li ser derketin, çand û têgehêştin û şîroveya Îslamê lêvegerek divê. Li ser çanda cîhadê, helwesta Îslamê li beramberê ol û rêolên din, ger lêvegerek nebe, ne pêkan e çanda Îslamê rûyê xwe berve demokratiyê bike. Heta ku gelên Misilman li dîroka Îslamê lêvenegerin, bi kurtî bi şert û mercên îro sentezek bona Îslamê dernekeve, gelo teror dê çawa bi dawî were?

Mahmut Kilinc
19.11.2015/Düsseldorf