Li Cizîrê Qetlîama Girseyî

681

Mahmut Kılınç

Wezîrêkarê Hundir Efkan Ala bi dawî bûna “operasyonên” li Cizîrê daxûyand, lê jimara kesên hatin kuştin neda.

Bila Efkan Ala nede, bi qasî ku di medyayê da cî digre, bi sedan kes hatine kuştin.

Ji nûçeyên ji herêmê, Rêxistinên Civaka Sivîl û taybetî rayedarên HDPê, daxûyandin ku kesên hatin qetilkirin sivîl in.

Piranîya kesên qetilkirî di jêrzemîna çend avahîyan da asê mabûn, bi rojan ne ku hawara alikarîyê tête kirin, lê hêzên dewletê rê nedan ku tîmên hawarcûnê xwe bigehînin birîndaran.

Bêşik van kesan biberxwedan, nexwestin teslim bibin, lê dewletê jî nedixwest teslîm bigre, bi mebesta ku birîndar bimrin rê neda tîmên hawarçûnê û roja dawî jî, êriş kir bi top û şewatê kesên di jêrzemînan da hemî hatin qetilkirin.

Rayedarên dewletê dibêjin çi bila bêjin, bêguman ev qetlîamek girseyî ye û divê hesabê vê qetlîamê bête pirsîn, berpirs bêne darizandin, lê çawa?.

Bi salan e, dewlet qetlîamên weha dike, hêj hesabê Roboskê’yê nehatiye pirsîn, berpirsên vê qetlîamê nehatin darizandin, heta serokkomar ku wê demê serokwezîr bû serokerkanê wê demê perûkir (bi madalya taltîf kir).

Di Newroza 1992an da jî li Cizîr, Niseybîn û Şirnexê 102 kes hatibûn kuştin.
Mixabin, dîroka Neteweya Kurd dîroka qetlîamên girseyî ye, li her çar parçeyên Kurdistan’ê.

Jeopolitîka Kurdistan’ê, di navbera çar dewletan da parvekirina wê, sazûmana navdewletî ku li ser berjewendiyên dewleta hatiye bicîkirin, rê li ber kujêran vedike.

Kujêr jî bêbext in, tenê dikuşin.

Kujêr bêbextin, lê gelo siyaseta me, reftara me, helwesta me û hişmendiya me destê bêbextan bihêz nake?

Berê jî min nivîsabû, ez ji karê serbazî fam nakim, lê kesê qet jî fam neke, gelo dê nizanibe ku bona şerê qadan û serwerîya bajaran, divê piştenîya şer hebe, daku pêdivîyên logistikî bêne dabîn kirin, herweha birîndar bêne derman kirin.

Him şer bikî û him jî bona hawarçûna birîndaran, kesên asê mayî ji dijmninê xwe alîkarî bixwazî!

Berpisyarên vê şaşiyê kîne?

Kîne yên ku bi sedan kes di du-sê jêrzemînan da asê hiştin?

Çawa dibe ku ewqas kes, jimarek ewqas bilind di jêrzemînekê da asê dimînin, çawa nizanin tank û top bona çî hatine heşidandin?

Weha dixuye, ku wana bawer nedikir tank û top dê bajêr bidin ber topan.
Divê em dîroka xwe, him jî ya nêzik baş zanibin.

Sala 1994an roja 26ê adarê belefirên şerên Tirk gundên Kuşkonar û Koçali (mixabin navê Kurdî nizanim) bombebaran kirin, piranî zarok û jin 38 kes kuştin, 13ê jî birîndar.
Gelo ew mînak ne bes e, bona em baş têbigehên.

Mahmut Kılınc
11.02.2106/Düsseldorf