Kurtedîrok û helwesta Rewşenbîrên Kurdistanê

878

Ji bo we Rewşenbîrên Kurd û Kurdistanî Slavên Dilsoz!
Ji min re hate daxwazîkirin ku ez li ser rewşa Kurdistana Başur agahî û nêrinên xwe ji bo vê civînê rawerde bikim. Bes mijara axaftinê ya ku dê ez bikim paş evqas pirs û netêgihiştan ez dibînim ku ne pêkan e.  Ji wê bonê ez dixwazim li vira binîya çend xalan xêz bikim ji derheqa İnisîyatifa Rewşwnbîrên Kurd.
Di dîroka tekoşîna rizgarîya Kurdistanê de zêdetirin rola rewşenbîran nehatîye fêmkirin û hurmet ji li wan qasî ku rola rewşwnbîran di tekoşîna şaristanî û neteweyî de dibe nehatîye girtin. Ji wê bonê gelekî bi asanî ji alîyên dewleta dagirker ve rewşenbîrên kurd her azar, zindanî û hatine kûştin. Lê ji alîyê bizava kurd ve jî, bi nêrinek populîst  rewşenbîrên kurd her bêqimet hatine dîtin û rumetîya wan piçûk kirine.
Di vê nirxê de rewşenbirên Kurd jî rol û giringtîya xwe nedîtîye û bi rolekî serbixwe tevrê xwe daneanîye. Bes gor vê revşê jî em di dîroka Kurd û Kurdistanê de rol û şewla nivîs, nivîskar û rewşenbîran divê bibînîn.
***
Di derheqa nivîsa Kurdî de em di Qurna 15 û 16an de ji dîwanên meleyan têdigêhên ku tasavuf,  eşqa xwezayîyê, bawerîya Ezdan û evînîya yarê xwe dide pêş. Bes di nava vanan de Ehmedê Xanî cara yekemin evînîya Kurdîstan û Kurdewarîyê jî bi serve dike û statuyeke Kurdistanî di nav edebîyata evînîyê de derpêş dike û di berhema xwe ya “Mem û Zîn” de bernameyekî rizgarîxwazîya Kurdistanê dîyarde dike.
Ehmedê Xanî di keleporîya edebîyat anku lîteretora klasîkên me yên Kurdî de destpêka  revşenbîrîyê ye.
Bo ku bi zimanê xwe dinivîse!
Bo ku di her daxwaza xwe de vekirîye û azadîya keseyatîyê û ramanan dihûne.
Bo ku fesadî, xinizî, durûtî û pitepita di nav gel û neteweyîyê de şermezar dike.
Bo ku xwendin, fêrbûn û efora têgihîştinê nîşanî dide û nezanîyê, koletîyê di ramanên derpêş de dixwaze binpê bike.
Bo ku hewara yekîtîya Kurd û Kurdistanîyan dike.
Bo ku bernameyekî datine û  azadîya Kurd û Kurdistanê bi bîr tîne, jîyanekî paşeroj ya nû zikir dike û hwd.
Li vire bi birbin im, ku ji Ehmedê Xanî re dibêjin; “Daku te berhema xwe ya “Mem û Zîn” bi Farsî binivîsîya, ev dê hezar carekî ji berhema Nizami Genjawî ya “Usiv û Zulêxa”  bêtir bihata nasînî û tu jî bibûya nivîskareke bi nav û deng yê cîhanî!” Lê Ehmedê Xanî dibersîvine ku “Armanca min ne ev e ku ez û bernameya min ji Hindistan ta heya Ewrupa bê nasîn. Armanca min ev e ku bi zimanê Kurdî jî berhemên gring û xweş  têne nivîsin berçav bikim!” Derdê Ehmedê Xanî ev e ku ji xwe bêtir zimanê Kurdî bide nasîn û berheman diafirîne.. Divê ev tevrê Ehmedê Xanî bê şirove û sebeb û  ji me re bibe minak û helwêst.
Ehmedê Xanî di berhemên xwe de zikir dike ku  “bila kes nebêje Kurd nezan û bê nivîs in” dibêje, Lê nabêje “Ez dixwazim bila ramanên min baş bêne fêmkirin, ji wê bonê ez Erebî, Farsî an jî mecburim ku bi Tirkî gotarên xwe an  nivîsên xwe pêşkêşî bikim!”
Tu ku bi zamanê axa xwe, dayîka xwe, neteweya xwe ku nekarî xwe baştir bidî fêmkirin, di te de sedî û sed alozîyek heye. Tu bi vê rewşa xwe nikarî ku bibêjî “Ez rewşenbîrê Kurd im”. Tu bi vî halê xwe berê xwe paşê jî Kurd û Kurdistanîyan dixapînî ku dibêji “Ez rewşenbîrê Kurd im!” Kî ku bi kîjan zimanî stra ev e. Bi stranê Tirkî nabî stranbêje Kurd, bi nivîsa Tirkî nabî nivîskarê Kurd, Bi sîyaseta Tirkî nabî sîyasetmedarê Kurd, bi axaftina Tirkî jî nikarî bibî rewşenbîrê Kurd! Jiyan xwe bi zimanê xwe dide nasîn! Wate evqasî zelal û diyarî ye.
Daku bila kes nebêje ku; “Ez bi Kurdî nizanîm bixwînim, binivîsim bes rewşenbîrê Kurdim!” Xwedîyê wê gotara ne kurdî û xwe fena “Rewşenbîrê Kurd”  nîşanî bide, derewkarê xwe ye û me dixapîn e. Ev bes dikare din ava me de dibe sîxwirê zimanê Farsî, Erebî û Tirkî di nav bereya Kurdî de fena nexweşîya pênçeşîr e û Kurd û Kurdistanê diheline, lawaz dixîne û tuneyî dike, hestên Kurdî dişikîne!
Ez dibêjim em bi kurdi bipeyîvin bila em neyên fêmkirin, ji me re jî bila  ne xem be. Bes di xebatên diplomasî û derve de em ku mecbûr man bi zimanê derî Kurdî biaxifin, an jî wergêrandinan bi kar bîn in! Ez dixwazim ev tevir ji me re bibe biryar ku heya mecala me hebe em zimanê dagirkerên Kurdistanê ji xwe dûr bigirin û bixînin. Îro sîyaseta Rojhilatê Kurdistanê, Başurê Kurdistanê, Başurê Rojavayê Kurdistanê bi Kurdî ye. Bes li Bakurê  Kurdistanê sîyaset bi Tirkî tê kirin û meşandin. Ev rewş ne asanî ye. Îro di rêveberîya HDPyê de 80 kes hene, bes ji wana 4(çar) an 5(pênç) kes bi kurdî dikare biaxife. Ev zimanê bizava Bakurê Kurdistanê dîyarde dike. Li vire ciddîyet anku hassasîyeta rizgarîya Kurd û kurdistanê, hassasîyeta zimanê rewşenbîrîyê derdikeve pêş..

Ez nûka dixwazim qala mijarekî dî  bikim..
Rewşwnbîrîya Kurd, berî hinek minakên nimune bêtir, essasî bi destpêka kar û barê nivîsa rojnamegerî û weşangerîya Kurdî destpêkirî ye.
Hûn jî her dizanin ku Rojnameya Kurdistanê, li Stenbolê hate plankırın bes  mecal nebû ku li Stenbolê çap bibe, ji wê bonê jî ji alîyê Miqdat Mithad Bedirxanî ve li Qahireyê dest bi çapê bû.
Weşangerîya Kurdî jî cara pêşin li Berlînê di sala 1914’i de ji alîyê Husên Huznî Mukrîyanî ve destpêkir. Paşê li Şamê dura jî li Rewanduzê û Hewlêrê berdewam bû. Ji wê xebatê di dîroka rewşenbîrîya Kurdî de cîhekî giring peyda kirîye û heta îro her çiqas dem dem qutayî jî bûye bi esasî berdewam kiriye dike ya weke Korî Zanyarî Kurd e.
Di dîroka rewşwnbirîya Kurdi de çend cîh hene ku berbiçav pêşketine. Ji wana yekemin Stenbol e, ya duduya jî dîyarê Baban Silêmanî ye.
Di dema Evdilhemîde Duwem de, Şair û edibên ku ji Başurê Kurdistanê derketin weke Hecî Qadirê Koyî, Nalî, Salim, Kurdî  û hwd. ev bo ku girse û berbiçav nebin, koçi dan wan û ev anîn Stenbolê. Lê li Stenbolê jî wan dev ji Kurdperwerîya xwe bernedan..
Minak: Hecî Qadirê Koyî, li Stenbolê jî ji gelek kesan re mamostayî kir, Zarokên Bedirxanîyan, bi taybetî zarokên Mîr Emîn Alî Bedirxan, Celaddet, Kamuran, Sureyya  gihandin. Tesîrek mezîn li Miqdad Mithed Bedirzxanî kir. Paşê ji wan gihandanan Rojnameya Kurdistan,  Hêvî,  Kurd Terakîperwer, Cemiyeta Kurdistan Teali, Jîn, Hawar, Ronahî, Xoybun û gelek behrem û sazî afirin. Îro jî ev behremin ku divê li ber serîyê her Kurdewarekî hebe û jê suud werbigirin ji rupelên nivîsina kurdi yên zêrîn in.
Di salên 1908 û 1922’an de rewşwnbîrî û kurdewarî di demekî hişyarîyê de bû. Lê wê hişyarîyê ji bo azadîya Kurdistanê têr nekir.. Daku rewşenbîri, diplomasî û hişyarîya me Kurda lawaz bû, pêkan nebû!
Paş dabeşbûna sêyemîn ya Kurdistanê di sala 1923’yan de rewşwnbirîya Kurdistanê jî hev negirt û  ji hev parçeyî bû û her çû dûr ma..
Hinek rewşenbirên me yên Başur di brokrasîya Osmanî de kar dikirin, mecbûr man çûn Başurê Kurdistanê. Fena Mustafa Yamulkî, Mehmed Emin Zekî, Piremêrd û hwd.. Wan bes  karê nivîsê pêk anîn.
Temen yên fena Refik Hilmî, Abdullah Hemze jî hebun di nava bizava Kurdistanî de, wana jî bi hewildanên xwe yê sîyasî ji astengîya eşirti û paşverutîya ne gor netewetîyê pêk nehatin, nekarîn ku nîrxên xwe yên azadîxwaz derbixînin qada rêveberîya Kurdistanê.
Di  nava hemû bizavên Kurdan de heta îro rewşenbîrî hebûye, lê mixabin ev lawaz maye.
Divê em di nava hêz û bizava Kurdî û Kurdistanî û Kurdperwerî de fena ku ji keştîyan re nîşanî dide bibin fenera behra tarî ku di  astengîyan de rê ji gelê xwe yê mazlum re nîşanî bizava Kurd bidin û di meşa wan de alîkarî bibin û rota an îstiqameta  wan balans û rast bibe!
Lê divê bizava Kurd yên fena parti û komel jî ji xizmeta rewşwnbîran re bi hurmet be. Ku gor wê hurmetîyê hewil nede, divê em jî bidin ber tîra rexne û gor nirxên rewşwnbîrîyê tevrê xwe dayînin…

Nuka jî bi Kurtasî dixwazim qala sebeba şert û mercên bizava kurd, bi taybetî jî Başûrê Kurdistan  bikim, ku çawa hatîye vê astê.

Di Qurna 20î de Kurd û Kurdistanî di damezrandina Kurdistaneke serbixwe de biserneketin. Dijî Kurd û Kurdistanê nizamekî cihanî ji dewletên sereke pêkan bû. Ji sîstema sosyalîs ta heyanî dewletên sereke yên emperyal dijî Kurdistanîyan mil dan hev û destek dan dagirkerên Kurdistanê. Di vê pergalê de Cemîyeta Akvam ya Navneteweyî  û Cemîyeta Yekîtîya Neteweyan sîyasetek dijî Kurd û Kurdistanê meşandin. Bi esasî ev cemîyetana ne cemîyetên navneteweyî bûn, bilaeks ev cemîyetên navdewletî bûn. Ji wê bonê jî dewletên İslamî, sosyalist, emperyal hemûyan pişkirîya dagirkerên Kurdistanê dikir û li berjewendîyên dewletên xwe dinerîyan. Peymana Syket- Picot, Peymana Lozan, CENTO, Paqta Baxdad, Peymana Cezayîr hemû dijî Kurd û Kurdistanê pêkan bûn.
Cara ewil em dibînin ku dagirkerên Kurdistanê di sala 1978-1979an de di meseleya sinor ya mijara Şatul Ereb de berapêşî hev bûn. Ev di nîzama yêkîtîya dijî Kurd de cara yekem bû ku derz lê dibû. Kurdan di vî şerê Îran û Îraqê de belku sîyasetek yekgirtî û neteweyî nemeşand ın. Bilaeks parçabûyî û nexwendeya sîyasetê di nava sîyaseta Kurdî de pêkan bû. Lê disa ji şerên di nav dijmınî de yeko yek be jî derfet didan ku kurd jî hêza xwe berapêş bixînin. Di vî şerî de Îranê daku Bexdad lawaz bikeve destek dida bizava Kurd ya dijî Sadam, Bexdadê jî destek dida bizava Kurd ya dijî Îranê.
Lê di heman demê de dewleta Îran û Iraqê di parçeyên Kurdistanê ya ku di bin hukmê xwe de jenosîdeke dijwar jî bi rêve dibirin. Derfeta Kurda nedibû ku dijî vê jenosîdê li dîplomasîya cîhanê bi hawareke berz deng bide. Lê di vê rewşê de jî Kurda dijî hev sîyaset dimeşandin û kadroyên ji hev dikûştin. Rewşeke demokrathane û pişgirtîya nav xwe pêkan nedikirin.
Anfal an komkûjîya ku li Başûrê Kurdistanê ji salên 1882an destpêkir ta heyanî sala 1991î ji Kurda 182 hezar kes hatîbû telefkirin di parçeyên Kurdistanê yên ditir de nehate zanîn û hîna jî ez wer bawerdikim ku nehatîya zanîn jî. Bi vî avayî komkûjîya Merivannê kes hîç qalê nake ku Dewleta İslamî Ya dagırker ya Îranê pêkanîbû.
Dema ku bombebarandin û komkûjîya Helebçe pêk hat, ji bizavên Kurdistanê zêdetirin, Dewleta Îranê ji nakokî û şerên Iraqê belge, video û bi xeberên medya xwe li cîhanê hate belavkirin. Lê disa jî cihanê nexwest ku bûyera Helepce bibîhisse û hema vêdişatin.
Ji agırbestîya Iraq û Îranê ya ji sala Bahara 1988 heya sala  Tebaxa 1990î de dema ku Saddam dît, cihan jî kiryarên wî re bêdeng e, gor wê aligirîya ku dewletên sereke yên Ewrupa, Rusya, Çin û heta Emerika mil dane. Dewletên Rojhilatanavîn û Rojhilatanêzik jî kiryarên wî bêdeng dimînin, vêdişêrin û destek dikin, Sadami ji bêdengîya cihani projeyek dî ya berfireh da pêş xwe, daku bibe serekê İmparatorya Erebî. Hesab nekir ku helwêsta xwe ya ne zelal di navbera devleta Sovyeta kewn ya hilweşayîbe jî potansîyeleke Rusyayê di navbera Ewrupa û Asyayê de heye û Emerika ji wê bitirs heye. Sadamî gor wê projeyê ku Kuweyt fena “bajarekî Iraqê” hesiband û dagirt, Emerikayê ev fena destdirejîya berjevendîya xwe dît û dijî dikdatorê Iraqê şer ilan kir. Saddam mecbur ma ku ji Kuweytê şun ve vekişe. Lê destpêka wî şerî bu sedema derza ku nizama diji Kurd derb xwar û firehtir bû. Hêzên Kurd di van nakokîyan de itibar dîtîn, derfetên pêşketinê dest xwe xistin. Di Şerê Kendavê yê Yekemin û Duwemin de  Başurê Kurdistanê derket qada sistemek federal!
Di van şer û nakokîyan de jî Kurdan, di alîyekî de derfetên xweş bi destdixistin, lê ji alîyên dîn ve jî mixabin dest ji şerên navxweyî yên duwajoyî bernedida.
Ji bûyera kûştina Sileyman Muini, Dr. Şivan, Said Elçî, Ahmed Tewfiq, Sadiqi Hinciri, Elî Eskerî, Şerê 1992 yên di navbera PKK û Bereyên Kurdistanê de ku 3000(Sê hezar) kurdên welatperwer tê de cangorî bûn, şerê 1994-1998 yên k udi navbera PDK-I û YNKyê de qewîmî 4500(çarhezar û bênçsed) peşmergeyên ji hêza Kurdistanî cangorî bûn. Di navbera partî û hêzên Başurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de, di navbera hêzên Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de her nakokîyên partîyan pêkhatin û hîn jî çareser nebûye diqewimin, me xemgin dike û zerarê dide doza Kurdistanê, divê em dersê jê bistînin û wan nakokîyan berteraf bikin..
Îro jî em divê çewtîyên ku hêzên Kurd dijberî hev bûne û zerar dane doza Kurdistanê divê daku berteraf bikin, wan çewtîyan berbiçav bikin û em bibêjin “Berxwedana we ya dijî dagirkeran rumeta me ye, lê şerê we yê navxweyî, nehurmetîya we ya ligel hev û zerara ku bi wan helwêstên we yên dijberî hev jî dê şermezarîya we ya dîrokî ye!”  bibêjin û dijî wê nexweşîya partizane tevrê xwe daynîn û weke rewşwnbîrên Kurdistanê xwe bidin pêş wan alozî û nexweşîyan.
Îro jî em dibînin ku ceribandina federasyonê ya Başurê Kurdistanê ji serkeftî nîne û bêtirin proje û daxwazîya Serxwebûna Kurdistanê çare û rê nemaye..
Divê em gor helwêsta dagirkeran ne, gor rewşa cîhanê hewl bidin û zûtirin wan derfetên ku li ber me ne bi kar bînîn û pêkan bikin. Ev  roj û firsendên zêrîn ku ji bo berjewendîya Kurdistanîyan bi destketîyîne, ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bikarbînin.
Bi slavên dilsoz û bi rojên serkefti her azadî û serxwebûna Kurdistanê para Kurdistanîyan be…