Hefteyî çûyî Ez li Cizîrê, Cizîra Şewitî Bûm

972

Mahmut Kılınç

Dawîya hefteyî çûyî, roja înê û şemîyê li Cizîrê bûm.
Min serdana serokê şarêdariyê berê Sabri Vesek kir, ligel ewqas bûyerên xemgîn ku malbat duçarê bûbû xweşbûna tenduristîya wî ez gellek kêvxweş kirim. Bêşik, bi liserxwebûn (zînde) û xweştenduristîya hevalekî, dostekî mirûzê (moral) mirov beşerxweş dibe.

Kek Sebrî liserxwe bû û wî kelecanek bilind hebû, lê bajarê kevnar, navenda mîrê mîran ne liserxwe bû, bajarekî werankirî û şewitandî. Ji sê para parek hatiye şewitandin, bawerim nifşên tê dê guhdarîya helwestên “Cizîra şewitandî” bikin.
Li beranberê wê tabloyê, ango rûxandin û wêrankirina Cizîrê êşik giran hinavê mirov dadigirt. Ji sê paran parek Cizîrê şerekî giran û xwînavî qewimîyabû û makîneyên xerakirin û barkirinê taxên şer lê qewimîyabû dabûn ber xwe û hemû avahiyên ku bi guleyên top û tanqan derb lêketibûn, dihatin hilweşandin û xurde li barkêşan dihat barkirin û bona qadek din dihat şandin.
Li hewayê ewrên toz û xûbarê tevilhev dibûn.

Jêrzemînên ku ji sedan kesan ra bûbûn goristan jî êdî nemabûn, hatibûn hilweşandin tenê şûna wana tête zanîn, gotina dostekî hêj di guhê min da olan dide; gotibû, “hawara kesên di jêrzemînê da dihat bihîstin.”
Li wê hêla kolana navenda bajêr hawara kesên tên qetilkirin li vê hêla kolanê tête bihîstin, lê mirov nikane alîkar be, ji vê girantir êş û keder heye?
Ji rojhelatê çîyayê Nûrheqê, taybetî ji Ferat rewş tête guhertin, wêneyên xwezayê, wêneyên mirovan, wêneyên gund û bajaran, tabloyekî din li pêşber e.
Jixwe ji Amedê wêda êdî mirov pir caran tûşî wesaîtin serbazî, wesaîtin bi zirx, zirxpûşên hêzên ewlehîyê tê ye. Her çiqas ne wekî salên 90’î be jî ketin û derketina bajar û bajarokan bazgehên pişkinînê hatine danîn, pişkinîna nasnameyê dikin, wesaîtan sedikin.

Rêya di navbera Mêrdîn û Cizîrê, ya li ser Nisêbînê ra girtiye, mirov neçare berê xwe bide Midyadê û ji wir xwe bigehîne Cizîrê. Hemû wesaît divê vê guzergahê bikar bînin, hemû barkêş, tir, otobus, wesaîtên biçûk hatinçûnek zaf zêde, jixwe rêyek nestandart û nebaş, ji ber hatinçûnek zêde bêhtir xera bûyî….

Mirov neçare ji Mêrdînê li ser Omerîyê ra heta Midyadê bajo, ji wir heta Hezexê û paşê Cizîr, nêzikî du caran ji ya ser bi Nisebînê dêrijtir.

Ketin derketina bajaran li bazgehên serbazî zirxpûşên serbazî û polîsan bi alên Tirk xemilandî; wêne, welatekî, axek dagirkirî…. Welatekî kolonî, hêzên kolonyalist, taybetî ji Mêrdînê wêda, wekî kek Sebrî gotî “girtigehek vekirî”…. Di rewşek weha da ne pêkan e, ku bazarganiyek aktîf hebe, jixwe belengazî, bêderfetî, xanî û avahîyên regn avêtî, kolan û kuçêyên gemarî, toz û xûbar wekî qeder û nasnameya welatê me…

Dîcle hêdî û bêdeng diherike, xeyidî ye, peravên wê bêxwedî. Heçku, gerdenek zêrinî, derfetek giranbûha, bi her avayî; him bi xwişiktiyê û xwezayî, him jî derfetek veguhêzî.
Eger ew welat, ew bajar azadbûya weha dibû? Hemû derfet hene ku biba bajarekî xweşik, bibe navendek geştyarî, çima bi sedhezaran geştyar serdana wê nekin, li ber gora Mem û Zînê hêvîya miradekî nekin, di zîndana Mîrê Botan da meziniya evîna Memê bibîr nînin, serdana avahîya dîrokî Medreseya Sor ku ji Mîrê Cizîrê Emîr Şerefê Duyem mayî neke û li ber sûra Birca Belek wênekê nekşînin!

Li Tirkiyê du welat hene, yek ji rojavayê Tirkiyê heta lutkeya çîyayê Nurheqê, yê din ji wir destpêdike, taybetî ji rojhelatê Ferat destpê dike heta Colemergê, bi her avayî du welat, bi hemû pîvanên navneteweyî bona jîyanek mirovî. Rojavayî Tirkiyê nêzikî Îtalya, lê bakurê Kurdistanê di rewşa welatekî Rojhelata Navîn, bi paşvemayî hiştin.

Bêşik ev ne qeder e, eger mirov ne xwediyê welatê xwe be encam weha ye….
Mahmut Kılınç
05.05.2016/Semsûr