DİLSOZİYA EMERÎKA,DİLSARİYA BARZANÎ

972
IRBIL, IRAQ - SEPTEMBER 13: Kurdish leader Massoud Barzani looks on during a meeting with U.S Ambassador to Iraq Zalmay Khalilzad on September 13, 2006 in Irbil 217 miles north of Baghdad, Iraq. The U.S Ambassador to Iraq Zalmay Khalilzad paid a visit to Northern Iraq in which he attended a handover ceremony in Tikrit and then met Iraqi Kurdish leader Massoud Barzani in Irbil. (Photo by Wathiq Khuzaie/Getty Images)

M.Mamaş

Yên ku siyaseta Barzanî ji nêz ve dişopînin, dizanin ku bi gelenperî  bala xwe dide ser hêzên heremî  û bi gor vê realîtê cîh digire. Îro wusa tê xuya ku disa aresteyî  têkîliyên xwe yê kevneşopî bu ye. Lê belê ew taybetmendi ya berê ku meriv karibî di naveyna hêza Sovyet û Emrîka de bibe cîhgirtineke xweser  êdî ne gengaz e. Ew dinya cotserî nîn e. Jixwe, ilankirina wê jî paksaziya Iraqê ye, Barzanî vê buyerê çawa ji ber çavan dur digirê?

Eger ku ji bîr nekiriba çima a niha bêyî razîbuna Emrîka giraniyê dide ali Tirkiyê. Gava ku çend salên berê Komara Tirk gef li Barzanî dixwar, “Casus Belli” diyar dikir,artêşa xwe lodî sînur dikir û hwd. bi rastî  jî Emrîka bi dilsozî piştevaniya Barzanî dikir. Lewma dewleta Tirk nediwêribî  mudehale bike. Emerîka weka parezerê Başurê Kurdistanê tevdigerî.Ku Barzanî hinek hur û kur bihizre lazim e zanibe ew statuya  piranî bi hêza Emerîka (USA) sazbuye û li pê dimînî.

Li vê dilsoziya USA,li vê dilsariya Kak Mesut!

Çima weha bu? Ez bawerim,têkîlîyên aborî  ku Barzanî ji dewleta Tirk re danî ewkas hezxar û çavxur kir ku ew rastiya dinya ya glower neçê nirxand. Baş e, xwedê dizane nu-Osmanîgerî ya AKP jî bo Mesut Barzanî projeyeke xweşik û delal e.Dibe ku Ew karibe dorpêçandına Emareta xwe bi navgîniya dewleta Tırk ji holê rake û xwe bigihîne bazara dinê. Borî ya neftê bêyî destura USA bi Tirkiyê re rêdixe,dibê ez mecbur im,çi ku ez î dorpêçkirî me.

Çima ku ji gorî hêzên heremî yên mêtinkar siyaseta xwe dimeşîn e, Barzanî, nafikire ku xwedanbazarê dinê ki ye? Gelo nizane ku Komara Tirk kolê USA ye? Aboriya dewleta Tirk bi desteka kê ji pê ye? Ji bilî wê, hun bawer dikin ku USA wê bihêle ku Komara Tirk bigihêje hêzeke emperyalî an na? Korgeriya siyaseta Barzanî ya heremî ka wê çi bîne ji Kurdistana Başur re!

Em zanibin ku siyaseta Komara Tirk a derheqî Başur ya herî sereta wa ye ku naveyna Kurdan û Emerîka (USA) xerab ke, Kurdan ji USA jêbike. Hewldana Tirkan ku Başur ji lêxwedîbuna USA bistînin. Wê çaxê dikarin Başuriyan bikin berderkên xwe. Yê hez in ku xwe bi neftê gêhêjînîn û Başur bikin pêdanka xwe yê emperyalî .

Dewleta Tirk, dibe di dilê xwe de tekoşina Kurdên Bakurê Kurdistanê bêyî haya wan  tasfiye kiribe û pêk de jî dihesibîne ku Başurê welêt jî ji xwe re weke Qibriseke nû amade bike. Bi vî avayî dibê ez ê sedsala 21em bi Kurdan li xwe re bikim derfetek dîrokî  lê belê Kurd serxwebunê ji bîrbikin û têkevin bin baskên min. Lewma ji Kurdan zêdetir xebatkariya Konferansa Kurd dike.Dixwaze çawa ku Kurdên Bakur  bi serektiya Ocalan bi Tirkayetî ji serxwebunê bi durxistî ye,bi awayekî cihêreng û xweser jî Kurdên Başur jî têbigîhînê. Lewma bi lez û bez Konferansa Kurdan tevdigerî ne. Min nedizanibu ku Komara Tirk ewqas qêretkarê Kurdewarî ye.Hun yêk dikarin min sîlebikin, ew çi ecêbî ye?

Xwedê du kornedî di hevudin gerandi ye, em şaş û mat man: Yêk Kak Mesut,yêk jî  xebatkara Konferansa Kurdan, Komara Tirk!

Divê USA bihêle ku ew eşqa dilan bigêhêje gulan?

Şeş meh bu ku hilbijartin a Başur qediya ye lê hikumet nehate damezrandin.Çima? Serlêdana Barzanî a USA betal bu. Çima? Hêzên Iraq bajarokê Kurdan a li ser Kerkuk ji nu ve işgal kir,deng nayê.Çima? USA pêwendiyên xwe bi Malîkî re zêde dike. Çima? Ma hun wan peyaman baş fêmdikin?

Îro, Barzanî lazim e ji bîrneke ku li Rojhilata Navîn dînamîka diyarde USA ye. Berjewendiyên Kurdistanê bi mêtinkarên me ve tevnaçê lê USA ku pergala sedsala 20an ji sudwegera Kurdan re serubin kir dibe ku nefa xwe ji me gelek be.

Divê, Başurî dev ji vê polîtîka kesayetî berdin. Ji bo berjewendiyên malbata xwe Kurdistanê bi dev Tirkan Nexînin. Bawerbikin, Tirk ji hovitiyê ji Saddam danaxînin.

Disa, di vê aloziyê de ez dibêjim kêmasiya Mam Celal xurttir tê xuya.

Tu zu vegerî Mam Celal, Kak Mesut me ji ku de dibe!…

M.MAMAŞ

19/02/2014