Daxistina Firoka FR’yê û Encamên Wê

722

Mahmut Kılınç

Bi daxistina firoka şer ya Federasyona Rusyayê-FR qeyrana Suriyê kûrtir bû. Roja 24ê meha mijdarê (vê mehê) danê sibê firokek şer ya Tirkiyê, bi hinceta ku sînorê Tirkiyê bezandiye û guh nedaye hişyarîyê, agir berdabû (moşek avêtibû) firoka Rusî û daxistibû xwarê. Ji herdu pîlotan yek, li banî bi gulleyên ku ji erdê hatibûn avêtin jîyana xwe ji dest dabû, yê din xwe gihandibû serbazên rejîmê.

Firokên FR’yê herêmên li rojavayê Çîyayê Kurd (Çîyayê Kurmênc an bi erebî Cebel Ekrad) di çend rojên dawî da bombebaran dikirin. Bi ya Rusya’yê, di herêmê da him DAIŞ û him jî grupên din ên terorist hene, divê bêne paqiş kirin. Bi ya Tirkêyê jî, li herêmê gundên Tirkmenan ên çekdar hene (ev dibêjin Çîyayê Tirkmen). Tête zanîn, ku li herêmê, grupên li dijî rejîmê şer dikin ne tenê Tirkmen in. Heta rojnameyek Brîtanî qala “qolî pencemîn” dike, wate ji “qolî pencemîn”, tîmek an yekinîyek ji derva, ne Suriye’yî ku li herêmê şer, sîxurî û prowoqasyonan dike, bi amancê bercewendiyên dewletek din.

Di rojnameyên Tirk da û herweha di nûçeyên telewîzyonan da qeyrana ku li herêmê rûdaye, cîyekî gellek fireh digre û ji herêmê weşanên zindî û gellek jî wêne tên weşandin.

Herdu dewlet jî bi israr palpiştîya xwe dîyar dikin, ku yê din neheq e. Bêşik, rastiya bezandin an nebezandina sînorê Tirkiyê dê di paşerojê da dîyar bibe, lê tiştê ku êdî girîng e, encamên vê qeyranê ne. Bêşik bona hemû herêmê, taybetî bona alozîya Suriyê û bona têkoşîna azadiyê ya neteweya Kurd dê rê li ber encamên girîng veke.

Wezîrê karêderva yê FR’yê Sergey Lavrov, di civîna çapemeniyê da balê dikşîne ser neheqîya Tirkiyê û dibêje, “encamên gellekî ciddî yên vê êrişê dê hebin” û axaftina xwe weha didomîne, ” Bi amancê ku di pêvejoya Suriyê da pêşveçûn (mebest ji pêvejoyê, çareserîya qeyrana Suriyê m.k.) bi destkeve, divê Rojava (dewletên ewrupî û DYA m.k.), bona Kurdên Turkiyê helwest û reftarek hevpar bipejirîne.”

Bawerim, şîrovekirina mebesta Sergey Lavrov ji vê gotinê nake. Weha dixuye, ku bi giştî doza Kurdistanê ji ber qeyrana dawî dê geşedanek erênî bidestxwe ve bîne. Ji ber daxistina firoka FR’yê ku êdî li Suriye’yê bedel dide, weha dixuye ku di qeyrana Suriyê da destê FR’yê dê ji berê xurttir bibe. FR’yê êdî bi hêsanî ji Suriye’yê dernakeve, an jî dê servedarîyên (îmtiyaz) fireh û umirdirêj bi destxweve bîne. Ger tevgera rojavayê Kurdistanê siyasetek realist, neteweyî û bi dîtinek umirdirêj bişopîne, dê encamên serketî bi destxweve bîne.

Şert û merc çawa dibin bila bin, êdî desthelatîya Beşar Esad wekî berîya qeyranê nabe, ne tenê DYA û dewletên di nav koalisyonê da, FR’yê jî êdî li Suriye’yê xwedî biryar e. Ango, destên ku ketine nav karûbarê Suriyê pirrtir bûn. Çareserî bi hemahengîya hemûyan, an pirranîya ji vana dibe. Bêşik, DYA û FR’yê hêzên sereke ne û gotinên vana dê giran bikşînin. Hevkêşe ji berê grîftir bû, lê bê rola hêza rojavayê Kurdistanê çareserî nabe. Wezîrê karêderva yê FR’yê jî vê rastiyê dibîne, ku balê dikşîne ser bakurê Kurdistanê.

Her çiqas ji hawêrdor peyamên aqlê selîm tên gotin jî, mirov ji îro va nizane, dibe ku em çend salên paşê bêjin “berê daxistina firokê û li paş daxistina firokê”.

Du pêşbînî hene, li beramberê daxistina firokê FR bêdeng namîne, jixwe ew qala encamên ciddî dike, ya din karegerîya vê dê li ser taybetî rojavayê Kurdistanê û bi giştî doza Kurdistanê bibe. Bi kûrtirbûna qeyranê giringî û rola hêz û siyaseta Kurdan derdive pêş, bes divê siyasetek aqilane û ne li dijî şert û mercên cîhana îro bête kirin.

Mahmut Kilinc
25.11.2015 /Düsseldorf