ÇÎROK

510

Fırat Behrewan

Dayika min carinan ji me re çîrokan dıbêje. Ez bîst salî me jî lê dîsa ez hîna guhdarikırına çirokên dayîka xwe bernadım . Wan rojan dîsa ez çûme malê, dayika min ji min re çîrokek vegot. Çirok weha dest pê dikir  : “7 diz”…

7 heb diz hebune.

Rojekê ewan dizan çubune dizitiya mala Ferîd Beg.

Ferîd Beg jî ciwânekî mâldarbuye… Çubune nezikâ Çewliga (gov) Ferid beg, pâşe nezîka govê naw koleki de xwe veşartine. Ji bendê man e û bo ku  Ferid beg li hespa xwe siyarbe û here Bajêr. Saetekê  li bend man e, di nav kole de. Lê sî saet derbazbu ye…

Paşê Ferîd beg hat û li jina xwe re weha dıgot: “Dîlber, ez îşev herim bajêr, tû ji heywanan guhdarî bike heta ku ez hatım. Wê sîlêhê ji xwe re Hilde”… (Dilber jî ê biberbuye) Diz serwext bune bi wê rewşe.

Dilberê sileha xwe hilda û hêviya mêr ê xwê sekinî… Sekıni… Paşê mîza keçikê hatiye, çuye mîzkiriye li nav kole, di ser serê dızan de. Dizekî weha got; qîza niza çi here raze. Dem derbas bu, derbas bu… dilberê sanci gırt. Wê carê diz weha got; keçik zati zar dıbe. îşev em dikarın diziyeke pir xweş bikin.

Dilber li w dere zar bu, pâşe sileha xwe hılda û zaroke xwe re got; “min îşev berxekî ani jiyanê, bi wê rewşê ez ê  ji we re berxekî qurban bikim.” sileha xwe danî, kêra xwe hilda, berxek şerjêkir bigel zarokên xwe xwar.

Dız jî di nav kole de lê dinhêrin… Û ha dıgotin ji hev re, em heft diz nikarin qasî keçikekê biibin… Em dizên netewa nin,rabin em herin!