ÇAWANÎYA REJÎMÊ Û KURD

337

Ahmet ÖNAL

Nivîsarên ku di vê kitêbê de cih digrin piranîya wan di navbera salên 2005-2013 de hatine nivîsandin û li saytên înternetî, kovar û rojnameyan weşîyane, lê hinek jê cara pêşîyê di vê kitêbê de diweşin.

Gotarên ku İsmail Beşikci di navbera salên 2005-2013 de nivîsandine me di her du kitêbên bi navê “Çawanîya Rejîmê û Kurd” û “Dewlet û Kurd” de kom kirin.

Nivîsarên İsmail Beşikci ku têde behsa çawanîya rejîmê ya li hemberî gelan û dibe, bitaybetî jî dîtinên wî yên ku derheqê raman, sîyaset û geşepêdanên kurdan de ne, me di vê kitêbê de kom kirin.

Ev nivîsar nîsbet bi naverok û çarçeweya xwe herçendî ji alîyê derdoreka teng ve hatine xwendin jî li nav camîaya zanyar û entelektuelîyê dengvedaneka mezin pêkanîne, bûne rêber û kalîteya munaqeşeyê bilindtir kirine. Ev rewşeka xeter e ku di meseleya kurd û Kurdistanê de li nav tebeqeya sîyasîyan bêhtir ji alîyê analîtîkê (analytique) alîyê wan ê eklektîkî (éclectique) aktîf e. Eşkera ye ku ev rewş kalîteya hizirînê, sîyasetê û nirxên mirovayetîyê kêm kiriye û reftarîya exlaqî rizandîye.

Carînan em di suhbetên rojane de dibin şahidê îfadeyeka wekî “Mamosta İsmail Beşikci gotinên xwe dubare dike!” Ez dibêjim, heta ku em vê yekê di zeafîyeta İsmail Beşikci de dibînin dê baştir be ku em ji alîyê têgihêştin, muhakemekirin, fêmkirin û kûrkirinê ve komelgeh û roşinbîr û sîyasîyên me bala xwe bidin ser xemsarîya xwe. Çimkî İsmail Beşikci dibîne, dersa ku dide nayê fêmkirin yanî digel ewqas dubarekirinên ku mirov jê bêzar dibe cardin jê nayête têgihêştin, hingê mecbur dimîne gotinên xwe çendbare bike.

Îdeolojîya resmî ku ji sedsala bîstan û berîya wê dewr hatiye girtin û heta îro tê dewamkirin, bi teknolojî hatiye teqwîyekirin û bi hêza avantajên dewletbûnê û bi piştgirîya mezin ya medyayê hema bibêjin enjekteyê mejîyan dibe, ev ne ji wan îdeolojîyên sade, basît û laleteyn e. Di binê giranîya wê de komelge westîyaye, sersem bûye, ji hal de ketiye û ketiye nav tora teslîmîyetê. Ewên ku li hemberî wê li ber xwe dane, bedêleka mezin dane; ji cih û warên xwe bûne, ji serçaweyên xwe yên komelayetî û aborî hatine veqetandin, di bin pest û zorê de ketinê wî halî ku êdî neşên li ser diyardeyan nirxandinekê bikin. Ewên ku îdeolojîya resmî rexne dikin, tûşî teroreka mezin bûne, ketinê halekî wisa ku dor li wan hatiye girtin.

İsmail Beşîkcî wekî zanyarek ji şubhekarîya zanistîyê bawer dike û di lêkolînan de vê nîşan dide; her carê ji nuh ve li ser kêm û qusurên xwe disekine, sererast dike û xwe kûrtir dike, bi vî awayî dixwaze kultura rexnegirtinê teşwîq dike. Îtîfaqa ku kemalîzmê bi înglîz, fransiz û Yekîtîya Sovyetan re kiriye, çi bi serê gelên Rojhelata nêzîk ve anîye bi awayekî bêperde munaqeşe dike. Dîsa jenosayda ku bi serê miletê armenî ve anîne, bi sîyaseta mubadeleyê ku dest danîne ser mal û milk û erdê rûman, li herêma Turabidîn jenosayda ku bi serê suryanîyan ve anîne, herwasa projeya demdirêj ya tunekirina dînê elewîyan û nasnameya neteweyî ya kurdan, bi her wesîleyî munaqeşe dike.

Li ber ronîya van munaqeşeyan em îro baştir dibînin ku ji eslê xwe dûrketin, ji şêwaza zanistê dûrketin, bi awayekî keyfî dev ji zanista sîyasetê û zanînên rast berdan heta bi kîjan radeyê çêbûye.

Her ku meriv ji bo gihaştina bi rastîyê têdikoşe û lê nêzik dibe nirxa zanistê bêhtij ji zanistê hez dike û fêm dike.

İsmail Beşikci eleqedarîya rêvebiriya Hukumeta Herêma Kurdistanê û serwezîr Nêçîrvan Barzanî bo kitêbên wî wisa îzeh dike:

“Di salên 1990î de û hîn paşê jî ez pêdihesîyam ku Nêçîrvan Barzanî gelek eleqe nîşanê kitêbên İsmail Beşikci dide. Hevalên ku diçûn başûrê Kurdistanê û dihatin wisa digotin. Meha nîsanê ya sala 2013 de wek şandeyeka Weqfa İsmail Beşikci me serdana Hukumeta Herêma Kurdistanê kiribû. Wê demê Nêçîrvan Barzanî serwerzîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê bû. Di dema suhbetê de ji me re behs kir ku ew kitêbên Beşikci meraq dike. Û tekîd kir ku pêwîstî pê heye kitêbên Beşikci li kurdîya kurmancî û soranî bêne wergerandin û li Kurdistana Başûr bêne weşandin. Got em dişên di vî warî de yarmetîya madî û manewî bikin. Em ji ber vê eleqedarîya wî ya dilsozane sipasîya cenabê serwezîr Nêçîrvan Barzanî dikin.”

Ji ber ku Roşan Lezgîn û herwisa Muhamed Gözütok ev nivîsarên ku me ev kitêb jê pêkanîye li ber xwe parastine û dan me, dîsa ji ber ku Talat Ertunayî tirkîya wan teshîh kir, em sipasîya wan dikin. Û em sipasîya wan dikin ku ji 59 nivîsarên ku di vê kitêbê de cih digrin, 41 nivîsar û ev pêşgotin û kurtejiyana Beşikci ji alîyê Roşan Lezgînî ve, 18 nivîsar ji layê Ahmed Kanî ve bo kurdîya kurmancî hatine wergerandin.

Lilgel rêzdarî bo İsmail Beşîkci û dostanî bo xwendevanan…