Berjewendîyên Me Li Gel Kê ye ?

298

Rojhat Badikî

26 salê kû li Başurê Kurdistan hêzek yekgirtu u netewî tune ye. Li gor amarên Wezareta ( Wezareta bê wezîr ) Pêşmergeyên Kurdistan bi navê 432 hezar muçe distînin, lê 45 hezar Pêşmerge girêdayê Wezareta Pêşmerge ye. Pêşmergeyên din gîrêda yê PDK u YNK’ ye u ferman ji desthilatadarên van partîyan digrin.

26 sale kû deshilatdarên Başurê Kurdistan ji bo damezrandina hêzek yekgirtu u netewî gav neavêtên, astengî derxistên.

Ev demek dur u dirêje kû pispor u şêwirmandên leşkerî ên hevpeymanan li Başurê Kurdistan ji bo damezrandina artêşeke yekgirtu u netewi xebat dikin. Dema amadekirina raport u projeyan rastî gelek çewtîya hatin. Ji bo ji nukirin-reform rêkxistina Pêshmergeyên Kurdistan ( yê durî bandora partîyan) : bi projeyek pêşnîyaran kû ji 35 xal pêkhatîya pêşkeşê deshilatdarên Başurê Kurdistan kirin.

Ji bo bê ser u bêrbun ji holê rabe, ji bo hêzek netewî u nujen, ev gav ; gavek erênî u gelek baş e. Pêwîste deshêlatdarên Başurê Kurdistan ji van derfetan sud wergirin…

Niha Dewletên Yekgirtu ( USA) bi biryareke fermî pêdawîstên şer- çek u teqemenî didin hêzên Rojavayên Kurdistan. Ev buyer; di dîroka xebata rizgarxwazîya gelê Kurdistan de, buyerek yekem e u zalhêzek wek USA bi fermî çek dide şervanên Kurdistan.

Ez çend car di gotarên xwe da li ser vê pêvajoyê sekinîm u min got : Hatina terorîstên Dewlata îslamî u Piştgirîya dewleta dagirker a Tirk derfeteke zêrîne ji bo serxwebun u azadîya Kurdistan ; pewîste rêber u rêkxistênên Kurdistan bi bernameyek rêk u pêk pêşwazî li vê derfetên zêrîn bikin.

Hinek dîtin heye kû dibêjin USA u dewletên hevpeyman ji bo berjewendîyên xwe alîkarî u piştgirî didin Kurdan… Raste hîç dewletek bê berjewendî alîkarî nadin…. ! Lê dema berjewendîyên hêzên zalhêzan li gel berjewendîyên netewa Kurdistan yekbigre….ji bo çi em bêjin na?

Tiştek zelal u ronî ye : Hevpeymanî u berjewendî ; du brayên cêvîne…nefer an dewlet bê berjewendî xêrxwazî li kesî nakin. Îro berjewendîyên me u dewletên zalhêzên dinyayê yekgirtî ye u ev dewletên zalhêz dixawazên nexşeya Rojehelata Navîn biguherînin.

Di nav van buyeran de pirsek girîng tê holê. Kî sudmend u kî zerarmendê guhertina nexşeya Rojhelata Navîn dibin ?

Dîyare dewletên dagirker naxwazin nexşeya Rojhelata Navîn bê guhertin, sinur ji holê rabin.. Guhertina nexşeya Rojhelata Navîn ; têkçuna rewşa dewletên dagirker u damezrandina dewletên nu ye..

Berjewendîyên xelkên Kurdistan di guhertina nexsheya Rojhilata Navînda ye. Di vir de berjewendîyên me u ên dewletên zalhêzên dinya yekdigre.

Pêwîste Gelê Kurdistan u bi taybetî serkirdên Kurd vê rewşa nu bidin berçavên xwe u têklatîyên xwe li gel dewletên dagirker li ber çavan derbasbikin.

Rêyek din tune.

Îro berjewendîyên zalhêzên dinyayê u dewletên dagirkerên Tirk u Faris di yek cih de naçin u nakokiyên xwe bi asankarî çareser nabin. Hêz u Serkirdên Kurda yan xemgîrê berjewendîyên xwe bin u nakokîyên navxe bînin ser mizê projeyek netewî amade bikin u li gel dewletên zalhêzên dinyayê herin nav bereyek yan bibin paşkoyê dewletên dagirker.

Rêya yekem serxwebun u azadîya Kurdistan e, Rêya duyem ; rêya bindestî u koletî ye….

Di naveyna serfirazî u ruşabunê de xetek zirav heye…